Komîteyeke şêwirmendiyê ya diyaloga siyasî ya Lîbyayê hate avakirin

Şandeya NY`yê ya Lîbyayê ragihand ku bi armanca derbaskirina nakokiyên heyî û lihevkirina li ser mekanîzmaya hilbijartina rêvberiya bê, komîteyeke şêwirmendiyê ya diyaloga siyasî ya aliyên Lîbyayê hatiye avakirin.

Komîteyeke şêwirmendiyê ya diyaloga siyasî ya Lîbyayê hate avakirin
3 ÇILE, 2021   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnera taybet a sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Lîbyayê Stephanie Williams diyar kir ku komîte ji 18 endamên ji hemû herêm û tevgerên siyasî pêk tê û dê erka wê nîqaşkirina dozên girêdayî hilbijartina meclisa rêveber a yekbûyî be û birêxistinkirina civîna giştî a diyaloga siyasî be. Her wiha Williams tekez kir ku dema wîlayeta vê komîteyê diyarkirî be.

Piştî 2 meh û nîvan ji destpêkirina xebatên diyaloga siyasî li Tunisê, hîna beşdarên diyalogê negihaştina lihevkirinekê û tenê li ser pêkanîna hilbijartinan di dawiya îsal de li hev kir. Ji ber nakokiyên li ser mekanîzmaya hilbijartin û belavkirina peywirên rêveberiyê, hîna avakirina meclisa rêveber rastî gelek astengiyan tê.

(cx)