Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Reqayê alîkariya koçberan dike

Nivîsgeha Jinan a girêdayî Şaredariya Gel a Reqayê alîkariya malbatên koçber û hewcedar dike.

Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Reqayê alîkariya koçberan dike
Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Reqayê alîkariya koçberan dike
Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Reqayê alîkariya koçberan dike
Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Reqayê alîkariya koçberan dike
Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Reqayê alîkariya koçberan dike
Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Reqayê alîkariya koçberan dike
3 ÇILE, 2021   06:49
REQA-RÛBA EL-ELÎ

Nivîsgeha Jinan ya girêdayî Şaredariya Gel a Reqayê sala borî bi insyatîfeke xweser sindoqek ji bo komkirina alîkariyê vekir. Sala borî derdora 300 kesî alîkarî pêşkêş dikir. Niha jî hejmara wan gihaşt derdora hezar û 500 kesî ku ji şêniyên Reqayê ne.

Piştî zêdebûna hejmara koçberan, nivîsgehê komîteyek ji 15 endaman di nav de jin û mêr ava kir da ku rewşa koçberan bişopîne û alîkariyê li gorî pêwîstiyê li wan belav bike.

Di wê çarçoveyê de nivîsgehê alîkariyên mîna sotemenî, cilûbergên zivistanê, kelûpelên malan û alîkariyên xwarinê pêşkêşî derdora 80 malbatên koçber û hewcedar kirin.

Ji bo peydakirina derfetên kar ji jinên koçber re bi taybet ên jinebî û yên ku ji hevserê xwe cûda bûne re. Herf wiha nivîsgeh wan jinan di derbarê projeyên aborî de perwerde dike.

Nivîsgeh ji bo ku lêçûna rêwiyên nexweşên giran bê pere be, bi xwediyên garacan re koordîne dike.

Girêdayî mijarê endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Reqayê Ewatif El-Îsa axivî û got: “Destpêkê me alîkarî li jinên hewcedar belav kir. Piştre jî li malbatên xizan belav kir.”

Ewatif wiha domand: “Ev proje beriya salekê wek tecrube dest pê kir û bi serket. Piştre roj bi roj bi zêdebûna hejmara xêrxwazan re proje mezin bû.”

Ewatif di dawiyê de bang li xêrxwazan kir ku alîkariya koçberan bikin û alîkariyê ji sindoqê re pêşkêş bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/b6lVeEp7_O8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>