Rêxistineke jinan: Di 2020`an de li Tirkiyê 300 jin hatin kuştin

Rêxistineke jinan a li Tirkiyê eşkere kir ku di sala 2020`an de li Tirkiyê herî kêm 300 jin hatine kuştin.

Rêxistineke jinan: Di 2020`an de li Tirkiyê 300 jin hatin kuştin
3 ÇILE, 2021   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina “Kuştina Jinan Rawestînin” duh rapora xwe ya salane derxist û tê de bal kişand ser bûyerên sereke yên girêdayî têkoşîna jinan li Tirkiyê.

Rêxistinê piştrast kir ku par 300 jin hatine kuştin, her wiha cenazeyên 171 jinan ku di encama “sûcên biguman” de hatine kuştin, hatine dîtin.

Rêxistina navborî rêxistineke ne hikumî ye û parastina mafên jinan li Tirkiyê dike. Rêxistinê, Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê bi veşartina hejmara jinên kuştî tawanbar kir.

Bi hatina Erdogan ser desthilatê re beriya 18 salan, li Tirkiyê herî kêm 7 hezar û 500 jin hatine kuştin. Di sala 2002`yan de 66 jin hatin kuştin, di navbera salên 2007 û 2009`an de ew hejmar zêde bû û gihaşt zêdetirî hezar jinî. Di sala 2019`an de 474 jin û di sala 2020`an de jî 300 jin hatibûn kuştin.

(cx)