Di teqîna li Hesekê de bi kêmanî 20 sivîl birîndar bûn

Di teqîna li sûka navendî ya bajarê Hesekê de du sivîlan jiyana xwe ji dest da û bi kêmanî 20'jî birîndar bûn.

Di teqîna li Hesekê de bi kêmanî 20 sivîl birîndar bûn
2 ÇILE, 2021   14:43
HESEKÊ

Li sûka bajarê Hesekê, endamên "Dîfa Wetenî" ya girêdayî hêzên hikumeta Şamê, bombeyeke destan avêtin dewrieyaya hêzên hikumeta Şamê. Di encamê de zarokek û mêrekî 39 salî bi navê Omer Hisên El-Mihemed jiyana xwe ji dest da.

Her wiha bi kêmanî 20 sivîl birîndar bûn ku rakirin nexweşxaneyên El-Hikma û El-Luilua.

Ji birîndaran li nexweşxaneya El-Hikmê navê 16 'an hatin naskirin; Senaa Mehmûd El-Sehn, Murteda Elî Zemzem, Safî Mihemed El-Etreş, Yasir Îsmaîl El-Hemed, Deham Efîn, Mûsa Mihemed Agop, Ebdulqehar Hentûş, Salih Xelef Sayir, Mehmûd Telal El-Salih, Mihemed Salih Sayir, Îzedîn Mistefa, Meryem Îbrahîm, Emanî Mihemed Heyder, Elî Îdo Xilêf, Ehmed Îdo, Emîna Salim.

Li sûka bajar, di navbera hêzên hikumeta Şamê û Koma Dîfa Wetenî ya girêdayî wê de tevlihevî heye, dikan hatin girtin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DJb00NJwKaA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>