Li Minbicê semînera " Şerê taybet û bandora wê li ciwanan "

Meclisa Giştî ya Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê semînerek bi sernavê " Şerê taybet û bandora wê li ciwanan" li bajarê Minbicê da.

Li Minbicê semînera " Şerê taybet û bandora wê li ciwanan "
2 ÇILE, 2021   14:50
MINBIC

Meclisa Giştî ya Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi armanca danasîna şerê taybet, rêgezên wê, bandora wê li civakê, bi taybet li ciwanan semînera bi sernavê " Şerê taybet û bandora wê li ciwanan" da.

Bi dehan ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a li bajarê Minbicê û Gundewarên wê tev li semînerê ku li hola navenda çand û hunerê hate dayîn, bûn.

Endamê Meclisa Giştî ya Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hecî Mehmûd semîner bi rê ve bir û tê de behsa dîroka şerê taybet, rêbazên wê û bandorê wê ciwan û civakê kir.

Hecî Mehmûd destnîşan kir ku şerê taybet şerê fikirî ya îdolojîk e, di serî de  ciwanên di civakê de armanc dike û wiha got: " Ji şerê taybet re rêbazên dijwar pêwîst nake ku bi pêş bikeve, pêwîstiya wê bi şerê çekdarî tune ye, lê belê şerê taybet bi rêya ciwanên ku wan ji cewhera wan bi dûr dixe, dikare civakê bi tevahî wêran bike"

.

Di demekê de ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî şerên leşkerî, derûnî û çapemenî ji gelek aliyan ve tên, ev semîner tê lidarxistin.

Şerê taybet hewl dide ku girêdana gelê herêmê bi axê ve qut bike, ciwanan ji bo koçberiyê teşwîq bike, madeyên hişbirê bi pêş bixîne û hwd. Her wiha armanca van rêbazan ew e ku nirxên exlaqî di civakê de tune bike.

Meclisa Giştî ya Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê plan dike ku semînerên bi vê rengî di rojên bê de bide, da ku ciwanan ji rêbazên vî şerî taybet ên ku civakê û ciwanan armanc dike, hişyar bike.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0w6WHrMkXCs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>