Ciwanên Minbicê bi boneya sala nû çalakiyek li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a bajar û gundewarên Minbicê bi boneya sala nû çalakiyeke bi diruşmeya "Dem dema azadiyê ye" li dar xist.

Ciwanên Minbicê bi boneya sala nû çalakiyek li dar xist
Ciwanên Minbicê bi boneya sala nû çalakiyek li dar xist
Ciwanên Minbicê bi boneya sala nû çalakiyek li dar xist
Ciwanên Minbicê bi boneya sala nû çalakiyek li dar xist
Ciwanên Minbicê bi boneya sala nû çalakiyek li dar xist
Ciwanên Minbicê bi boneya sala nû çalakiyek li dar xist
1 ÇILE, 2021   14:38
MINBIC

Çalakî li stada 15'ê Tebaxê ya bajarê Minbicê bi beşdarûna bi dehan kesî hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan, bi navê ciwanên şoreşger a bajarê Minbic û gundewarê wê, Hevserokê Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Ehmed El-Cemîlî axivî û got: "Bi boneya sala nû ku wê bibe sala serkeftinan, em soza xwe nû dikin ku em ê  ji bo pêkanîna rêgeza biratî, demokratîk û jiyana hevbeş xebatên xwe xurttir bikin."

Piştre çalakiya taekwondo hate pêşandan û Koma Şehîd Canfeda şanoyeke li ser şerê taybet pêşkêş kir.

Çalakî bi stran û dîlanên folklorî bi dawî bû.

ANHA