Rêveberê Heyva Sor a Kurdistanê Şêx Mûsa jiyana xwe ji dest da

Kedkar û rêveberekî 27 salan ê Heyva Sor a Kurdistanê Şêx Mûsa ji ber vîrûsa koronayê îro li bajarê Bonnê yê Almanyayê jiyana xwe ji dest da.

Rêveberê Heyva Sor a Kurdistanê Şêx Mûsa jiyana xwe ji dest da
1 ÇILE, 2021   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji avakarên Heyva Sor a Kurdistanê Şêx Mûsa yê ji Efrînê, îro li bajarê Bonnê yê Almanyayê, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Şêx Mûsa ku 67 salî bû beriya mehekê ji ber vîrûsa koronayê rakiribûn nexweşxaneyê. Lê belê van çend rojên dawî rewşa wî ya tenduristiyê giran bû û îro danê nîvro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Şêx Mûsa di nava gelê Kurd de bi taybetî xelkê Başûr û Rojavayê Kurdistanê yekî naskirî bû.

Kedkar û rêveberekî 27 salan ê Heyva Sor a Kurdistanê bû.

Ji gelek kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojava û Başûrê Kurdistanê re pêşengî dikir.

Li kîjan devera Kurdistanê dema ku karesateke xwezayî bibûya, yan jî ji ber zext û zordariya dagirkeran li bajarekî Kurdistanê rewşeke tengav rû bida, Heyva Sor a Kurdistanê bi pêşengiya Şêx Mûsa destê alîkariyê dirêjî wan deveran dikir.

Bi vê armancê gelek caran çû Rojavayê Kurdistanê, bajarên Qamişlo, herêma Şehbayê, her wiha herêma Qendîlê ya Başûrê Kurdistanê û alîkarî gihand xelkê li wan herêman ên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk zerar dîtibûn.

Çavkanî: ANF