‘Berxwedan rêbaza yekane ya bersivdayîna xeteriyên derve ye’

Careke din şêniyên kantona Kobanê teqez dikin ku rêya yekane ya bersivdayîna êrişan, berxwedan e û xwespartina aliyên derve şaşiyeke mezin e.

‘Berxwedan rêbaza yekane ya bersivdayîna xeteriyên derve ye’
1 ÇILE, 2021   08:19
KOBANÊ- NÎHAD KERIO

Şoreşa aştiyê ku sala 2012`an ji nava şoreşa guleyan a Sûriyê li Bakur û Rojilatê Sûriyê dest pê kir, çareseriya herî baş ya aloziya li welêt e. Wê demê, hevgirtina şêniyan û yekitiya wan li dijî çavnebariyên derdorê, teşeyekî xweşiktir da şoreşê. Şêniyên herêmê wê demê têgihîştin ku xwespartina hêza xwe, rêbaza herî baş a li hemberî xeteriyên li ser wan e û bi taybetî planên ku li dijî herêmê dihatina sazkirin û hewldanên xêzkirina nexşerêyeke nû.

Şêniyên kantona Kobanê dibêjin ku dem hatiye da ku bi awayekî cidî bibin yek, ji ber ku xwespartina dewletên derve ne çare ye, lê belê lawazî ye. Ji lew re divê ew hevgirtî bin û refên xwe bikin yek.

Şêniyê bi navê Bedir Berkel wiha dibêje: “Di dema niha de, rewş pir nazik bûye. Nexasim piştî ku helwestên dewletên mezin û di serî Amerîka û Rûsya li hemberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, eşkere bûn. Niha dem hatiye ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe bibe yek, ji ber ku yekitî tekane rêbaza derbaskirina aloziyên li herêmê ye, bi taybetî di demekê de ku rojane gef li herêmê tên xwarin. Divê gel xwe nespêre tu kesî, ji ber ku destpêkirina Şoreşa Rojava ji me re îspat kir ku tekane rêbaz ji bo parastina hebûna me, berxwedan e.”

Şêniyê bi navê Ehmed Deharo jî wiha got: “Divê şêniyên herêmê bînin bîra xwe çawa li hemberî çeteyên DAIŞ`ê bûn yek û ew têk birin. Îro, em di heman rewşê re derbas dibin û em li pêşberî biryareke çarenûsî ne. Tenê bi berxwedanê em ê bi serkevin û li hemberî planên dewleta dagirker bisekinin. Ji dîrokê me fêr bûn ku tu hevalên kurdan ji bilî wan bi xwe, tune bûn.”

 ‘HATIN DA KU BAZARÊ BI GELÊN HERÊMÊ BIKIN, DIVÊ EM BI WAN BAWER NEKIN’

Tecrubeyên ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sala 2012`an ve tê re derbas bûne, îspat kirin ku dewletên hatine herêmê ne ji bo parastina gel hatin, lê belê ji bo bazarkirina bi herêmê û pêkanîna berjewendiyên xwe hatin. Ev rastî di sala 2018`an de îspat bû, dema ku polîsên leşkerî yên Rûsya ji Efrînê vekişîn û gelê Efrînê bi êrişên dewleta Tirk a dagirker, topbarana û bombebarana balafirên şer re hişt û di encamê de Efrîn hate dagirkirin. Tevî ku Efrîn hate dagirkirin jî, lê berê parêzvanên Efrînê li hemberî êrişan 58 rojan li ber xwe dan.

Piştre, sala borî rola Amerîkayê dest pê kir da ku rêya Rûsya ya îxaneta bi gelê azadîxwaz re berdewam bike. Li ser wê yekê Amerîka ji Girê Spî û Serêkaniyê vekişiya û rê li dagirkeriya Tirk vekir ku her du bajaran dagir bike. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku bi lehengî li ber xwe dan, li gorî peymana Soçî heta 32 km vekişiyan. Lê belê dewleta Tirk a dagirker li gorî peymana agirbestê tevnagere û heta niha êrişî gelek herêmên li wê xetê dike, di serî de navçeya Eyn Îsayê.

Şêniya bi navê Rehîma Xelîl a ji Kobanê ye dibêje: “Hêzên derve hatin herêmê da ku bazarê bi gel û xaka herêmê bikin. Divê em bi kesî bawer nekin. Di vê demê de hevgirtin pêwîst e, da ku em li hemberî hewldanên dewletên ku dixwazin serweriya xak û gelê me bikin, bisekinin.”

Şêniyê bi nave Bedir Koro jî wiha got: “Ji sala 2012`an ve, me fêr bûn ku kar û barên herêmên xwe bi xwe bi rêve bibin. Me xwe nespart tu kesî û alîkarî ji kesî nexwest. Me li gelek herêman bi tenê şer kir. Dewletên ku me hewl da xwebispêrin, wekî Amerîka û Rûsya, herêmên me ji bo berjewendiyên xwe firotin. Ji lew ra, dem hatiye ku gel bibe yek û li hemberî wan dewletan xwedî helwest be û nîşan bide ku ew gelekî azadîxwaz e û koletiyê naxwaze.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tpNwCiTSl5Y" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>