Saleke din jî derbas bû, lê malbatên Kobanê hêviya vegera zarokên xwe qut nekirine

Hin malbatên Kobanê ku DAIŞ`ê zarokên wan revandine, got hêviya wan ew e ku di sala nû de aştî li herêmê mîsoger bibe, agahiyekê der barê çarenûsa zarokên de nas bikin û aliyên peywendîdar ên Rêveberiya Xweser hîn jî ji bo çarenûsa revandiyan xebatê dike.

Saleke din jî derbas bû, lê malbatên Kobanê hêviya vegera zarokên xwe qut nekirine
1 ÇILE, 2021   07:51
KOBANÊ-NÎHAD KERIO

Saleke din derbas dibe û hîn jî çarenûsa zarokên wan ên ku çeteyên DAIŞ`ê revandine, ne diyar e, piştî du salan ji binketina DAIŞ`ê li ser destê QSD`ê hêviya vegera zarokên revandî geş e.

Zêdetirî 6 salan çêbûye ku bi dehan şêniyên Kobanê û gundewarên wê hatine revandin û tu agahiyên wan der barê zarokan de tune ne. Rêxistinên mafên mirovan guh li çarenûsa kesên revandî nake û heta çeteyên DAIŞ`ê ku piraniya wan hatine girtin, tu danxuyanî nedane.

/ar/uploads/files/2021/01/01/070655_nbw.webp

Welatiyê bi navê Nibo Şêx Ehmed Nasir bavê yek ji kesên çeteyên DAIŞ`ê ew revandine, got ku 7 sal di ser revandina kurê wî re derbasbûye, lê hêviya vegera kurê xwe li malê qut nekiriye, ev sal ji salên din ne cudatir e, va îsal jî derbas bû her kes bi malbatên xwe re şahiyan li dar dixe, lê ew bendewarên vegera kurê xwe ne yan jî çarenûsa wî nas bikin.

Kurê Nibo yê hatiye revandin Mistefa Şêx Ehmed Nasir ê 26 salî xwedî zarokekî 6 salî ye, derdora 7 salan çêbûye ku ji male derketiye û ber bi bajarê Reqayê ve çûye, di wê demê de çeteyên DAIŞ`ê ew li ser bendên kontrolê bi tewana ku Kurd e wî û çend kesên din girtin.

Nibo Şêx Ehmed Nasir diyar kir ku di sala nû de hêviya wî ew e ku agahiyekê der barê kesên hatine revandin bibihîzin, aştî li herêmên Bakur û Rojilatê Sûriyê misoger bibe û bang li aliyên peywendîdar ên Rêveberiya Xweser kir ku di dosya kesên hatine revandin de bixebite. Da ku çarenûsa zarokên xwe nas bikin nexasim ku her ji demê gotegot têne belavkirin û dibêjin ku ew li filan deverê ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hejmara kesên ji bajarê Kobanê û gundewarên wê hatine revandin gihaştiyê hezar û 300 kesan, tev sivîl in û piraniya wan di dema rêwîtiyê de, vegera li bajar yan jî dema di bendên kontrolê yên çeteyan re derbas dibûn, hatine girtin.

/ar/uploads/files/2021/01/01/070741_amynh.webp

Emîna Sincar got dema çeteyên DAIŞ`ê herêma wan dorpêç kir ji ber rewşa wan a debarê dijwar bû, kurê wê neçar ma ew  çend hevalên xwe biçin Başûrê Kurdistanê, di wê demê de hatin revandin, dibe ku revandina wan plankirî bû, ji ber nayê bawerkirin ku zêdetirî 160 kes bi carekê re werin revandin.

Emîna Sincar destnîşan kir ku di sala nû de hêviya wê ew e ku kurê wê vegere nav zarokên xwe û di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan û aliyên peywendîdar ên di Rêveberiya Xweser de kir ku destwerdanê bikin û çarenûsa zarokên wan eşkere bike.

ku Ehmed Sincar kurê Emîna 27 salî ye û xwedî du zarokan e, yek ji wan 8 salî ye û yê din jî 10 salî ye. Ehmed Sincar li herêma Aliyê ya rojavayê navçeya Til Temirê di sala 2014`an de tevî 160 ciwanên ji bajarê Kobanê û gundewarên wê hatin revandin. Hin ji van kesan serbest hatin berdan lê çarenûsa yên din hîn jî ne diyar e.

(eh)

ANHA