Penaberekî iraqî: Iraqiyên ku li Serêkaniyê tên bicihkirin malbatên DAIŞ`î ne

Penaberekî Iraqî ku ji Serêkaniyê hatiye koçberkirin diyar kir ku Iraqiyên ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide wan li Serêkaniyê bi cih bike, malbatên çeteyên DAIŞ`ê ne û got: “Ji bilî me, tu welatiyên Iraqê li Serêkaniyê tune bûn.”

Penaberekî iraqî: Iraqiyên ku li Serêkaniyê tên bicihkirin malbatên DAIŞ`î ne
1 ÇILE, 2021   07:10
HESEKÊ- BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî êrişa li ser bajarê Serêkaniyê ya di 9`ê Cotmeha 2019`an de û dagirkirina bajêr, malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên iraqî li Serêkaniyê bi cih kirin û nasname ji wan re derxistin. Ev yek di çarçoveya berdewamkirina guhertina demografiya herêmê de pêk tê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Meclisa Herêmî ya Serêkaniyê ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatiye avakirin, biryarek ji bo derxistina nasnameyan ji malbatên iraqî yên li bajarê Serêkaniyê û gundewarê wê re, da. Ev yek di çarçoveya hewldanên guhertina demografiya herêmê ya bi rêya bicihkirina malbatên biyanî, pêk tê.

Welatiyê Iraqê Ebûd Mezel Cebir (52) ê ji malbata El-Lanî ji parêzgeha Bîsan a Iraqê ye, ji sala 1990`î ve piştî şerê Kuwêtê û aloziya li Iraqê tevî du malbatên iraqî (malbata Yûsif ji Besra, malbata Semîr Hisên Wesfî ji Bexdayê) berê xwe dabû Serêkaniyê.

Ebûd El-Mezel dibêje: “Ez ji malbatekê ji wan sê malbatan im. Malbatek çû Amerîka, yan din jî piştî demekê vegeriya Iraqê û ez tevî malbata xwe ya ji 6 kesan li bajarê Serêkaniyê man.”

El-Mezel wiha dewam dike: “Ji ber êrişên domdar ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê, em bi darê zorê ji malên xwe derketin û hatin kampa Waşûkanî.”

Ji bo pêşwazîkirina koçberan, Rêveberiya Xweser li ser bejahiyeke 600 donim ku 12 km li bajarokê Tiwêne yê rojavayê navenda bajarê Hesekê dikeve, kampa Waşûkanî ava kir. Piştre û ji ber zêdebûna hejmara koçberên li kampê, kamp berfirehtir bû.

Li gorî hevserokatiya Meclisa Kampa Waşûkanî, niha li kampê 12 hezar û 22 kesên ji hezar û 881 malbatan û di nav de malbateke esil iraqî, dimînin.

 ‘MABATÊN DAIŞ`Î JI KAMPA HOLÊ Û KAMPA EYN ÎSA HATIN’

El-Mezel eşkere kir ku beriya dagirkirina Serêkaniyê, ji bilî wan tu malbatên iraqî li bajêr tune bûn û got: “Malbatên iraqî yên niha li Serêkaniyê, malbatên çeteyên DAIŞ`ê ne û ji kampên Holê û Eyn Îsayê hatine. Dewleta Tirk a dagirker ji bo pêkanîna projeyên xwe yên dagirkeriyê û guhertina demografiya herêmê û bicihkirina malbatên çeteyên xwe, hewl dide wan malbatan bi cih bike û wan bi pereyan teşwîq bike.”

Di demên dawîn de, gelek îspatên hebûna çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan li bajarê Serêkaniyê diyar bûn. Her wiha çeteyên DAIŞ`ê li Serêkaniyê ya dagirkirî xwepêşandanek li dar xistin û alên xwe bilind kirin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hLN4mR8Tl2I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>