CNBC: Divê Erdogan ji rêveberiya Biden pir metirsîdar be

Di serdema serokê Amerîkayê Donald Trump de, ji ber têkiliya baş a Trump û Erdogan gelek nakokiyên di navbera hevalbendên NATO`yê û dewleta Tirk de hatin nermkirin. Lê bi rêveberiya Biden re, îhtimal heye ku ev nakokî ji nû ve dest pê bikin.

CNBC: Divê Erdogan ji rêveberiya Biden pir metirsîdar be
31 kanûn, 2020   12:42
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora CNBC ya Amerîkayê, ji beriya demekê ve nakokiyên di navbera Amerîka û dewleta Tirk de zêde bûn. Lê di serdema Donald Trump de gelek nakokiyên muhtemel di navbera hevalbendên NATO`yê de ji ber têkiliyên Trump û Erdogan hatin nermkirin.

Bi hatina Jeo Biden ser peywirê re, îhtimal heye ku hin nakokî ji nû ve dest pê bikin, lê belê derfeteke lihevhatinê jî heye. Tê çaverêkirin ku di 4 salên pêş de, têkiliyên Enqere û Washingtonê ji 4 salên borî cudatir bin.

Têkildarî mijarê, berpirsê berê yê Pentagonê û lêkolînerê ku li Peymangeha American Enterprise Michael Rubin ji CNBC’yê re wiha got: “Tiştê tekane ku hişt têkiliyên Enqere û Washingtonê di salên derbasbûyî de baş bin, têkiliya kesayetî ya Trump û Erdogan bû. Piştî çûyîna Trump divê Erdogan pir metirsîdar be.”

Gelek sedemên nakokiyên di navbera Enqere û Washingtonê de hene, ji wan sedeman binpêkirinên mafên mirovan li Tirkiyê ku bi taybetî Demokratan ew yek rexne kiribû. Her wiha kirîna Tirkiyê moşekên S-400 jî ku hevalbendên wê yên NATO`yê bi hêrs kir, operasyonên leşkerî yên Enqereyê li dijî hevalbendên Amerîkayê (Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê) û piştevaniya Enqereyê ji komên îslamî yên radîkal re ku Tirkiyê dibêje ew ne terorîst in û ji bo parastina berjewendiyên wê li herêmê pêwîst in, sedemên wan nakokiyan bûn.

Her wiha tevgerên Erdogan ên dijmihaî li dijî Yewnanistan û Qibrisê ji ber lêgerîna li çavkaniyên gazê li rojhilatê Deryaya Spî, alîkarîdayîna Enqereyê ji Îranê re ji bo dûrxistina cezayên Amerîkayê û baregeha Încirlîk a hevbeş, xalên nakokiyan bûn.

Li gorî daxuyaniyên Biden ên berê, xuya ye ku dê helwesta Washingtonê hişktir be. Di Çileya borî de Biden, Erdogan wek “zordar” bi nav kir û kiryarên wî yên li dijî Kurdan rexne kirin. Her wiha pêşniyar kir ku Amerîka piştgiriyê bide rêveberên opozîsyona Tirkiyê da ku karibin li hemberî Erdogan bisekinin û wî têk bibin.

Biden her wiha soza pejirandina Komkujiya Ermenan dabû.

Hem Komarparêz, hem jî Demokratan piştgirî da cezayên li dijî Tirkiyê yên ji ber êrişên wê yên li dijî Kurdan û ji ber kirîna sîstema moşekan a rûsî ku dê ceza wekî derbeyeke bitahlûke ji bo aboriya Tirkiyê bin.

Tirkiyê jî soza tolhildana ji cezayan da. Lê tevî wê jî, berdevkê Erdogan Îbrahîm Kalin got dewleta Tirk pêşbîn dike ku bi rêveberiya Biden re xwedî “ajandeyên baş û erênî” be.

 TÊKILIYA RÛSYA-TIRKIYÊ

Rêvebera Pêşbîniyên Cîhanî ya Yekîneya Agahiyên Aborî Agatha Demary got: “DYA û Ewropa ji ber destwerdanên Erdogan ên derve û kiryarên “nebirêxistinkirî” li hemberî hevalbend û dijminan jî, pir bêzar bûne.”

Agatha wiha dewam kir: “Ev rêyeke şaş e, tê çaverêkirin ku rêveberiya Biden helwesteke hişktir li hemberî Enqereyê nîşan bide.”

Lê tevî wê yekî jî DYA ditirse ku hevalbendekî wekî Tirkiyê ceza bike ku ew xwe bispêre Rûsyayê.

Agatha diyar kir ku heke Amerîka cezayên hişktir li dijî Tirkiyê ferz bike, dê Tirkiyê hewldanên xwe yên kûrkirina têkiliyên xwe bi Rûsya û Îranê re, zêdetir bike.

Gelek derdor dibînin ku Tirkiye hevalbendek e ku dê DYA nikaribe windakirina wê tehemul bike.

(cx)