HRRK amadekariya pêşbirka helbestên kurdî dike

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) yekemîn pêşbirka helbestên kurdî ya ciwanan li Rojavayê Kurdistanê organîze dike.

HRRK amadekariya pêşbirka helbestên kurdî dike
31 kanûn, 2020   12:13
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi serpereştiya Komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê ya Îngilistanê yekemîn pêşbirka helbestên kurdî ya ciwanan organîze dike.

Bi boneya bîranîna çalakvana Kurd Janê Xelef ku di 19 saliya xwe de di rewşeke nediyar de sala 2014`an jiyana xwe ji dest daye, her wiha bi mebesta berfirehkirina li ber zimanê kurdî û piştgiriya nifşên nû ku niha li Rojava bi zimanê xwe fêr dibin, HRRK û Komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê vê pêşbirkê organîze dikin.

ŞERTÊN TEVLÊBÛNÊ

 

1. Pêşbirk tenê bi zimanê kurdî ye.
2. Kesên ku tev li pêşbirêkê bibin, divê li Rojava yan li Sûriyê bin.
3. Temenê kesên ku dixwazin tev li pêşbirkê bibin, divê di navbera 18 heta 30`î salî de be.
4. Divê helbest di navbera 10-50 malikan de bin.
5. Berhem ji aliyê HRRK`ê ve ji 1`ê Çileya 2021`an heta 1`ê Adara 2021`an tên pêşwazîkirin.
6. Ji mafê HRRK`ê ye ku helbestên xelatgirtî di malper û kovarên xwe de biweşîne.

PÊVEKÊN PÊWÎST:

 

- Kurtejiyan, navnîşan, jimarên telefonan û emaîl.
- Divê helbestvan peyamekê amade bike, tê de eşkere bike ku helbest şandiye pêşbirkê û li tu cihî ew helbest belav nebûye, her wiha ew helbest beşdarî tu pêşbirkan jî nebûye.
- Yên ku dixwazin tev i pêşbirkê bibin divê wêneyeke nasnameya xwe bi helbestê re bişînin.

Xelata yekemîniyê 500 dolar, xelata duyemîniyê 300 dolar û xelata sêyemîniyê jî 200 dolar e.

Endamê Komîteya Çalakiyan a HRRK’ê Ehmed Huseynî li ser şertên mijar û naveroka helbestan got: "Me sînor ji mijar û naverokên helbestan re daneniye, a girîng ristin û hûnandina helbestê ye."

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê dê di 29`ê Adara 2021`an de (roja jidayikbûna Janê Xelef) navên xelatgiran li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê bi şevbêrkekê ragihîne.

ANHA