2020 sala ji nû ve geşkirina aboriya Dêrazorê bû

Komîteya Aborî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji bo  pêşxistina rewşa aborî ya li herêmê, gelek proje pêk anîn û bi vî awayî sala 2020`an bû sala ji nû ve geşkirina aboriya şêniyên Dêrazorê.

2020 sala ji nû ve geşkirina aboriya Dêrazorê bû
31 kanûn, 2020   09:07
DÊRAZOR-ELÎ SALIH

Komîteya Aborî ji bo Meclisa Sivîl a Dêrazorê stûnek e, ji ber ku bingeha sereke ya geşkirina aboriya herêmê ye. Ev komîte xwedî gelek gerînendeyan e, ji wan"Gerînendetiya Giştî ya Çandiyê, Gerînendetiya Peywendiyan, Gerînendetiya Enerjiyê, Gerînendetiya Avê û Gerînendetiya Pîşesaziyê."

Piştî çeteyên DAIŞ`ê herêma Dêrazorê serwer kir, binsazî û qadên çandiniyê hilweşandin, torên kehrebê xerab kirin, tevahiya kargehên ruxandin ku di sala 2010`an de derdora 15 hezar karker lê dixebitîn aboriya herêmê wêran kirin.

/ar/uploads/files/2020/12/31/081242_der-zor-liciya-abori-28329.webp

Ji destpêka ku QSD`ê bajar rizgar kir de,  piştî wê Meclisa Sivîl a Dêrazorê di 24’ê Îlona 2017’an hate demezarandin. Damezrandina meclisê piştî lidarxistina kongreyê damezrîner ê yekemîn bi beşdariya rûspî û nûnerên Rêveberiya Xweser hat avakirin û jê jî komîteya Aborî hat avakirin.

Komîteya Aboriyê rewşa aborî ya herêmê guhart û îsal bi rêya gerînendetiyên xwe gelek projeyên mezin pêk anîn.

ꞌPROJEYÊN QADA ÇANDINIYÊ XIZMETA BI SED HEZARAN RÛBERÊN ZEVIYÊN AVÎ KIRꞌ

Gerînendetiya Giştî ya Çandiniyê ku hejmara karkerên wan li gerînendetiyên şaxan ên li gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê hatine belavkirin gihaştiye 147 karkeran, gelek proje bi cih anîn û hişt ku rewşa çandiniyê geş bibe. Ji lew ra aktîfkirina koperatîfên cotkaran û sazkirina hilmijan di vê yekê de xwedan roleke mezin bûn.

Di vê çarçoveyê de li bajarokê Besîra û gundewarên wê û li Hecînê û gundewarên wê bi lêçûna 75 milyon û 269 hezar lîreyên Sûriyê, gerînendetiyê 76 komeleyên çandiniyê û hilmij ava kirin û ev hilmij avê dide derdora 304 hezar û 750 donimî .

Di heman demê de projeyên kişandina ava taybet a ji derdora ava Firatê jî pêk anî, ev proje ji bajarokê Cezrat heta bajarokê Baxozê yê li hemberî sînorê Iraqê-Sûriyê pêk hat. Li ser ava Firatê  rûbera ruxsetkirî ya ji aliyê rojavayê gundewar ve gihaşt 81 hezar û 353 donimî, li Besîra û gundewarên wê jî gihaşt 84 hezar û 96 donimî, li Sor û gundewarên wê jî gihaşt 83 hezar û 250 donimî û li Hecînê û gundewarên wê gihaşt 95 hezar û 424 donimî.

Komîteya Çandiniyê 4 bîrên sereke sererast kirin, li çolê pez û deve avê jê vedixwin û alîkariya erebeyên agirkujiyê dike. Ji ber bîr nêzî zeviyan ne û kanalên avê dûrî çolê ne.

Li herêmên gundewarên rojava û rojhilat jî 10 hezar û 164 bîr hatin ruxsetkirin û derdora 614 hezar donim û 752 donimî av dide.

Bi armanca zêdekirina karên koperatîfan û rûbereke baş  were avdan, projeyên madeya mazotê ya baş ji bo projeyên çandiniyê hate veqetandin, ji bo her du mewsimên zivistanê û havînê her lîtreyek bi 75 lîreyên Sûriyê ye, di heman demê de kehrebe gihaşt hejmareke koperatîfên girêdayî gerînendetiya çandiniyê ya li Hecînê û da ku kehrebe bigihêje hemû koperatîfan kar berdewam e. Ji van koperatîfan"Koperatîfa Meidan a li Xirînêc, Koperatîfa Saqiyê ya rojhilat ya li Keşkiyê û Koperatîfa Lezgan a li Ebû Hemam."

Li Besîra jî kehrebe gihaşt koperatîfên Hedîdî, Yasat, Misir û koperatîfa taxa Raşid. Di heman demê de koperatîfa Dehlê jî hat amadekirin û janatorekî kehrebê jê re hate veqetandin.

ꞌPÊWÎSTIYÊN HILBERÎNÊ YÊN KU KOMÎTEYA ÇANDINIYÊ PÊŞKÊŞ KIRINꞌ

Komîteya Çandiniyê gelek dermanxaneyên çandiniyê, beyterî, depoyên malên mirîşkan  ruxset kirin, têkildarî hilberîna genim û ceh gelek panel hatin lidarxistin. Ji bo kesên sewalan xwedî dikin panelên beytera hatin lidarxistin.

Komîteya çandiniyê her wiha piştgiriya qada çandiniyê kir û madeyên semada azotî û axî ji bo koperatîfan û çotkaran belav kir û paşê ew şandin Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê.

ꞌGIRÎNGTIRÎN PROJEYÊN AVÊꞌ

Rêveberiya Giştî ya Avê ji kadroyên fenî yên perwerdekirî pêk tên da ku deverên hatine xerabkirin saz bikin û avê bi awayekî birêxistinkirî bidin cotkaran.

/ar/uploads/files/2020/12/31/081351_der-zor-liciya-abori-28129.webp

Stasyona Beşa Şeşan ji mezintirîn projeyên avê yên li Dêrazorê ye û derdora 11 hezar hêktarî dabîn dike anku derdora 120 hezar donimî dabîn dike û erdên Kesar, Tekêhî, Etal, Zir, Şihêl a rojhilat, Şihêl a rojava, Hiweyîc, Raxîb, Zeyban, Hawî Zeyban, Teyana û Cima. Av dide.

Proje ji stasyona avê ya sereke û stasyona Refi pêk tê û av bi rêya deriyên serek belav dibe û hejmara wan 12 derî ne û bi awayî av digihêje hemû zeviyên sûdê ji vê projeyê dibînin.

Her wiha piştî av digihîje herêmê, çêreya sewalvaniyê tê dabînkirin, da ku ax neçe û çolistan çênebe.

Projeyê di mûsima îsal a genim û ceh de zêdetirî 65 hezar donimî av da û di mewsima havînê ya îsal de jî zêdetirî 50 hezar donim pembo av da.

Li stasyona beşa yekemîn jî projeyên sererastkirina dewriyeya hilmijan û kanalan jî hebû, 24 saetan dixebitîn û av di navbera gundên sûdê ji projeyê dibînin dihat belavkirin, her wiha zêdetirî 150 muxalifên di beşa Zibyan, Teyanê û Şihêl hatin rakirin û li Zibyan, Kesar, Şihêl û Cimê jî zêdetirî 60 xetên nesereke hatin sererastkirin.

Li aliyekî din endazyarên sererastkirin û hilmijên stasyona yekemîn jî sîstematîk kirin, filterên çemidandina hilmijan serast kirin.

BEŞA KEHREBEYÊ

Gerînendetiya enerjiyê stasyonên kehrebeyê yên li herêma El-7 km a ku dikeve herêma kargehan a li bejahiyên rojava bi temamî aktîf kirin, her wiha tansiyona 30 Mega ji nû ve sererast kir û bi kar anî, da ku hêza KV20 dabîn bike û bide herêmên gundewarên rojhilat û beşek ji gundewarên rojava.

Ji wê zêdetir jî gerînendetiyê stasyona Şihêl aktîf kir û ji nû ve bi kar anîn. Gerînendetiyên nivîsgehên komîteya enerjiyê yên li Hecîn, Bisêra, Zîban û Şihêl aktîf kir, navendên awarte yên li gundewarên rojava û rojhilat(Ebû Xeşeb, Cezrat, Zixêr, Mihêmîdiyê, Ezbe, Bisîra û Şihêl) aktîf kirin 

Torên kehrebeyê di salên borî de hatin dizîn û xirabkirin, her wiha gerînendetiya enerjiyê li seranserî xeta 66 a Reqayê heta bi stasyona Cezrat û stasyona El-7 km sererast kirin û her tim gerên çavdêriyê li ser xetê dikir.

Gerînendetiya enerjiyê di 2020’an de torên tensiyonên bilind ên li stasyonên kehrebeyê, gihandina kehrebeyê li tevahî gundewarên Dêrazorê bi dawî kirin. Li gel wê jî kehrebe da stasyonên avê, komeleyên çandiniyê û hilmijên avdanê.

XEBATÊN GERÎNENDETIYA PEYWENDIYAN

Hejmara karmendên li gerînendetiyê dixebitin, 15 ne. Di 1’ê Adara 2020’an de dest bi xebatê kir. Li herêmên Dêrazorê xizmeta enterneta lez û bi bihayên guncaw belav kir, her wiha ji Hesekê de heta bi Dêrazorê kabloyek hate dirêjkirin, ev kablo di herêma Sor û avahiya bircê bi bilindbûna 20 metreyan re jî derbas bû, da ku enternet li gundewarên rojhilat û bakur jî belav bibe.

Email ji bo pêşwazîkriina daxwaznameyên tevlêbûna li xizmeta enternetê hat çêkirin, xebata pêşwazîkirinê di 04.05.2020’an de dest dest pê kir. Her megayeke enternet bi 8 dolaran li şêniyan hat belavkirin. Piştre birca Meamil bi tevahî alavên enternetê hat amadekirin û birc ji li xeta rojava heta bi herêma Cezratê hate aktîfkirin.

Werşeyên pîşeyî gerên çavdêriyê ji bo başbûn û bihayan eneterê li gundewarên rojava û rojhilatê Dêrazorê pêk tînin, nêzî 100 daxwaznameyî ji holên enternetê werdigirin û bihaya her megayekê ji 8 dolar ji kesê belav dike re, daxist 5.6 dolarî.

Li gorî hevserokê Komîteya Aborî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Enes Hesanî, gelek proje (bajarê Sînaa, Kargeha kepekê, mehleca pembo a li herêma El-7 km) hatin lêkolînkirin.

ꞌPLANSAZIYÊN PÊŞEROJÊꞌ

Hesanî got projeya aktîfkirina kargeha rês û kargeha şekir hatiye pêşniyarkirin, di heman demê de hejmarek ji projeyên geşkirinê yên li  herêmê hatine pêşniyarkirin, ji van projeyan sazkirina mehleca pembo ya  li herêma Sînaa ya li ser rêya Xurafî da ku pembo werbigirin û bi vê yekê hejmara rêjeya betaliyê jî kêm dibe. Kargeha Alafan(êm, kepek) were amadekirin da ku kepekê ji sewalan re dabîn bikin û şitilgeheke çandiniyê li Hecînê jî ava bikin.

Têkildarî zor û zehmetiyan, Hesanî destnîşan kir ku derfetên madî kêm in, ji lew re gelek proje nehatin pêkanîn, li aliyekî din jî aboriyeke van projeyan tune ye, ji ber hejmara karkeran bû, nexasim di her 3 mehên dawîn de û alavên hin karan jî tune bûn.

(eh)

ANHA