Mihemed Elî El-Ebo: Divê Sûriyên ku hevkariya Tirkiyê vegerin rêveçûna niştîmanî

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê Mihemed Elî El-Ebo got dewleta Tirk rewşa li Sûriyê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tîne û bang li tevahî Sûriyên ku bi dewleta Tirk a dagirker re hevkariyê dikin kir ku vegerin rastiya xwe û beşdarî avakirina Sûriyeke demokrat bibin.

Mihemed Elî El-Ebo: Divê Sûriyên ku hevkariya Tirkiyê vegerin rêveçûna niştîmanî
31 kanûn, 2020   09:17
MINBIC

Hevserokê Meclisa Qanûsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê Mihemed Elî El-Ebo li ser bikaranîna dewleta Tirk bi hezaran şêniyên Sûriyê weke çete ji bo berjewendiyên xwe, axivî.

El-Ebo wiha got: "Hin kesan şoreşa Sûriyê li gorî xwe bi kar anî, ew şoreş ji rêya azadî û demokrasiyê vegerand şerê çekdarî."

El-Ebo wiha domand: "Dewleta Tirk di vegerandina şoreşa Sûriyê ji rêveçûna wê ya aşitiyane ya ber bi şoreşa çekdarî ve roleke girîng û mezin lîst. Da ku berjewendiyên xwe yên dagirkirinê li xaka Sûriyê pêk bîne û ev yek demên borî de pêk anî."

 ‘TIRKIYÊ SÛCÊN FIROTAN Û BAZARIYÊ DIKE KU HERÊMÊN SÛRIYÊ DAGIR BIKE’

El-Ebo wiha axaftina xwe berdewam kir: "Dewleta Tirk sûcên firotin û bazariyê bi aliyên navneteweyî re dike, da ku xaka Sûriyê parçe bike û dagir bike. Ew yek jî di encamê alîgiriya hin sûriyan ji wê re ye."

Mihemed Elî El-Ebo li ser sûcên dewleta Tirk ên li hundirê Sûriyê ji dizîna zeyta zeytûna Efrîn, dizîna şûnwar û koçberkirina şêniyan kir û wiha got: "Divê civaka navneteweyî guhê xwe ji van sûcan re veke û bê deng nemîne, da ku li hember sûcên dewleta Tirk bisekine."

Têkildarî sûriyên ku hevkariya dewleta Tirk dikin, El-Ebo wiha pê de çû: "Dewleta Tirk ji destpêka şoreşê de hewl da rêya wê ya aştiyane biguhere û bi rêya ciwanên sûrî destwerdaneke mezin kir, ew kirin çete, da ku herêman dagir bike û xewna Osmanî vejîne. Bi wê re jî çete şandin Lîbya, Azerbaycanê û hina jî bi çeteyan dişîne Keshmîrê."

El-Ebo li dawiyê bang li şêniyên Sûriyê yên ku dewleta Tirk ew kirine çete kir ku ji nû ve li avakirina Sûriyeke demokratîk vegerin û li armancên xwe yên destpêka şoreşê vegerin. Da ku rûmet, edalet, demokrasî û wekheviyê pêk bînin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hGk-eQF7FKA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>