Endamekî Rêveberiya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bû

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku endamekî wan ê ji rêveberiya bajarê Minbicê di dema pêkanîna erka xwe de şehîd bûye.

Endamekî Rêveberiya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bû
31 kanûn, 2020   08:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Trafîka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Eşref El-Hîlal, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Trafîkê got endamê rêveberiya hêzên trafîkê li bajarê Minbicê di 11`ê Mijdara 2020`an de şehîd bûye.

Rêveberiya Giştî ya Trafîka Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata şehîd Eşref re xwest û soza berdewamkirina parastina nirxên edaletê û mayîndekirina aramî û ewlehiyê, nû kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Endamekî rêveberiya hêzên me li Minbicê di dema pêkanîna erka xwe li hemberî gel û xaka xwe de, şehîd bû.

Wek Rêveberiya Giştî ya Trafîka Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em di serî de sersaxiyê ji malbata şehîd Eşref El-Hîlal re dixwazin. Em tekez dikin ku em ê parastina nirxên edaletê û mayîndekirina aramî û ewlehiyê li herêmên xwe, dewam bikin. Her wiha em ê rêya şehîdên xwe bişopînin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

 

Nav û Paşnav: Eşref El-Hîlal
Navê Bav: Seîd
Navê Dayikê: Muîne
Cih û dîroka jidayikbûnê: Ewseclî ya Mezin, 15 Sibat 1976
Cih û dîroka tevlêbûnê: Minbic, 24 Cotmeh 2016
Cih û dîroka şehadete: Minbic, 11 Mijdar 2020

(cx)