​​​​​​​Şêniyên asûrî: Êrişên dewleta Tirk komployek e ku ji aliyê hêzên li Sûriyê ve pêk tê

Hin kesayetên ji pêkhateya Asûriyan diyar kir ku êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmê komployeke nû ye û pêkhateyên herêmê dike armanc.

​​​​​​​Şêniyên asûrî: Êrişên dewleta Tirk komployek e ku ji aliyê hêzên li Sûriyê ve pêk tê
31 kanûn, 2020   08:49
HESEKÊ-DIYAR  EHMED

Artêşa Tirk ji beriya mehekê ve êrişên li dijî navçeya Eyn Îsayê zêdetir kirine, li gel vê yekê liv û tevgera çeteyan li eniyên navçeyên Til Temirê û Zirganê yên kantona Hesekê jî zêde bûne û garantorê Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê bê deng in.

Gelê Asûr ê li herêma Til Temirê ji dubarekirina komkujiyên li dijî pêkhateya wê bi xof e, ji ber ku di 2015`an de komkujî li dijî wê pêk hatiye.

Serokê Meclisa Gelê Asûr a kantona Hesekê Ilyas Enter Ilyas got  êrişên dewleta Tirk li dijî gelê Asûr ne dijminatiyeke xerîb e, ji ber ku gelê Asûr komkujiya Osmaniyan a di 1915`an li dijî Asûriyan pêk aniye, hîn ji bîr nekiriye.

Ilyas diyar kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê ku her tim îdia dike ku ew şerê QSD`ê dike, ew bi xof û fikar in û wiha axaftina xwe dewam kir: "Peymanên dawiya sala derbasbûyî pêk hatin ji bo êrişên Tirkiyê tu îdia nehiştiye."

Ilyas di berdewama gotina xwe destnîşan kir ku gelê herêmê dê piştgiriya QSD`ê bike û bang li gelê Sûriyê kir û got: "Em hêvî dikin ku hûn dev ji nakokiyan berdin û yekitiya xwe li ser xaka Sûriyê ava bikin.”

Fermandar Nebîl Werdê da zanîn ku ji dema ku dewleta Tirk êrişî navçeya Eyn Îsayê dike, çeteyan liv û tevgera xwe zêdetir kir û hêzên xwe li eniyên Til Temirê û Zirganê bi cih kirin û teqemenî ji wan re şandin.

‘LIV Û TEVGERA ÇETEYAN GEFÊN YEKSER IN’

Nebîl Werdê bal kişand ser liv û tevgera çeteyan û ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Her çi qasî peymanên navneteweyî yên têkildarî agirbestê hene jî, lê dîsa liv û tevgera çeteyan gefan li ewlehiya herêmê dixwe û em wek hêzên Meclisa Pasdarên Xabûr ên Asûrî ji bo parastina herêmê û gelên xwe ji êrişên dewleta Tirk amade ne."

Nebîl Werdê eşkere kir ku divê civaka navneteweyî sînorekî ji sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê re yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê deyne, ji ber ku êrişên li dijî herêmê dibin sedema koçberiyê.

BÊDENGÎ ÎSBATA KOMPLOYÊ YE’

Ji fermandarên Melisa Pasdarên Xabûr a Asûrî Nebîl Werdê got bêdengiya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsbata komployeke nû dike û armanca vê yekê ew e ku gel koçber bibe û destkeftiyên wan desteser bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QQhBMB8tYnY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>