’Armanca dagirkeriya Tirk bêdengkirin û nixumandina berxwedana girtîgehan e’

Xwişka girtiyê siyasî Mihemed Reşo ku di girtîgehên dewleta Tirk de ye û dest bi greva birçîbûnê kiriye, diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji sûcên çewisandinê nixumandina dengê berxwedana girtîgehan e û wiha got: "Ka li ku derê ne mafên mirovan?"

’Armanca dagirkeriya Tirk bêdengkirin û nixumandina berxwedana girtîgehan e’
31 kanûn, 2020   07:55
HELEB-ARIF SILÊMAN

Hîn jî desthilata Tirkiyê tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike, rê nade parêzer û malbatê ku pê re bicivin û bi vê yekê qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Li ser vî esasî girtiyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Tevgera Jinên Kurdistanê  yên di girtîgehên dewleta Tirk de ne, ji 27`ê Mijdara derbasbûyî ve dest bi greva birçîbûnê kirine.

Mihemed Reşo ji kantona Efrînê ya dagirkirî ye, di sala 2017`an de bi tawana pêkanîna çalakiyên siyasî, ji aliyê desthilata Tirkiyê ve hate girtin û 36 sal ceza lê hate birîn. Mihemed  Reşo jî yek ji girtiyên ku di greva birçîbûnê de ye.

Xwişka Mihemed Reşo Ayten Reşo tecîrda li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin û sûcên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî yên di girtîgehên wê de, şermezar kir.

Ayten Reşo got  di 2017`an de desthilata Tirkiyê bi tawana ku birayê min Mihemed Reşo çalakiyên siyasî dide meşandin, ew girt, îşkence lê kir, lê dîsa jî li ber xwe da û radest nebû û Tirkiyê 36 sal ceza lê birî.

Ayten Reşo da zanîn ku birayê wê jî di greva birçîbûnê de ye û wiha axaftin xwe dewam kir: "Bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina wî, birayê min di greva birçîbûnê de ye, dewleta Tirk dixwaze bi rêya sûcên çewisandinê dengê berxwedana girtîgehan veşêre."

Ayten Reşo da zanîn ku beriya niha birayê wê bi telefonê bi wan re diaxivî û tenê deh deqan dirêj dikir, lê ji beriya du mehan ve agahiyên wan jê qut e, ji ber ku dewleta Tirk bi behaneya belavbûna vîrusa Koronayê rê nade girtiyan ku bikevin nava dan û standinan.

Ayten Reşo di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku serî hildin, ji  bo piştgiriya girtiyên siyasî û yên di greva birçîbûnê de çalakiyan li dar bixin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Di encamê de teqez em ê bi ser bikevin û tecrîda li ser Rêbertî bişikînin, lê gelo di van demên ku desthilata Tirk ewqas êşkence li girtiyan dike de Rêxistinên Mafên Mirovan li ku derê ne?"

 (eh)

ANHA