​​​​​​​ ‘Dagirkeriya Tirk malbatên çeteyên DAIŞ’ê li Serêkaniyê bi cih dike’

Rêveberên Meclisa Serêkaniyê û kampa Mebroka diyar kir ku malbatên iraqî yên li Serêkaniyê, malbatên çeteyên DAIŞ’ê ne. Ew malbat ji kampa Eyn Îsa û Holê hatin revandin û pişrast kir ku armanca dagirkeriyê guhartina demografî, îmhakirina nasname û çanda herêmê bi rêya bicihkirina çeteyan e.

​​​​​​​ ‘Dagirkeriya Tirk malbatên çeteyên DAIŞ’ê li Serêkaniyê bi cih dike’
31 kanûn, 2020   03:14
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Rojane niyeta dewleta Tirk a dagirker a guhartina demografiya herêmê û guhartina binesaziya şêniyan e, mîna li Serêkaniyê ya dagirkirî pêk tê. Ew yek jî bi rêya bicihkirina malbatên çeteyan li herêmê, bicihkirina malbatên iraqî li herêmê di dema serweriya DAIŞ’ê li herêmê de û çêkirina nasnameyên kesayetî ye.

Girêdayî mijarê, endamê berê yê Meclisa Serêkaniyê Elaa Elî wiha got: "Meclisa herêmî ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker, li Serêkaniyê nasnameyan ji malbatên iraqî yên li hundirê bajêr re derdixe, ew yek jî bi armanva guhartina demografiya bajêr, çewisandina nasname û çanda wê ye."

Elî wiha domand: "Em şêniyên Serêkaniyê û endamên rêveberiya wê ya civakî, dizanin ku tu malbatên iraqî li bajêr tune bûn. Lê belê piştî dagirkeriya bajêr hin agahî hatin ku malbatên iraqî li bajêr hene."

Elî wiha axivî: "Li gorî ahagiyan, ew malbatên iraqî, malbatên çeteyên DAIŞ’ê ne û li kampa Holê bûn. Lê piştî dagirkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya Serêkaniyê ew malbatên bi rêya qaçaqiyê çûn Serêkaniyê. Ji bilî wê jî malbatên ji Idlib, Humis, Hema û herêmên dîtir li Serêkaniyê hene."

 ‘TENÊ NAV JI DAIŞ’Ê BÛ ARTÊŞA NÎŞTIMANÎ’

Elî wiha piştrast kir: "Çeteyên ku navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê li xwe dikin, çeteyên DAIŞ’ê ne. lê belê navên wan hatin guhartin. Nîşaneya vê yekê li dawiyê çeteyan ala DAIŞ’ê li naverasta bajêr hat hildan. Ev jî piştrast dibe ku DAIŞ’ê li herêmê di bin parastina dewleta Tirk de heye."

Meclisa Herêmî ya li bajarê Serêkaniyê ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker biryareke fermî ya derxistina nasnameyên kesayetî ji malbatên iraqî re, da. Li aliyekî din jî çalakgerên herêmî diyar kir ku malbatên iraqî yên niha li Serêkaniyê ne, berê li kampa Mebroka ya li rojavayê bajarê Serêkaniyê ya bi dûrî 20 km, bûn.

Di çarçoveya heman mijarê de, endamê berê yê kampa Mebroka Riyad Mirî li ser hebûna malbatên iraqî li Serêkanyê axivî.

 ‘DI 2017’AN DE MALBATÊN IRAQÎ JI KAMPA MEBROKA BER BI KAMPA HOLÊ VE HATIN ŞANDIN’

Mirî wiha bi lêv kir: "Me di dema dawîn de bihîst ku malbatên iraqî li Serêkaniyê hene. Ev malbat berê li kampa Mebroka bûn. Lê belê ev tişt ne rast e. Me weke rêveberiya kampê malbatên iraqî yên li kampa Mebroka di Nîsana 2017’an de şandin kampa Holê."

Riyad Mirî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya bicihkirina malbatên biyanî li Serêkaniyê, armanc dike ku guhartina demografî ya mezin û qirkirina etnîkî li dijî gel pêk bîne."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AYWbpq6rvug" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>