Di êrişeke terorî de, kuştî û birîndarên hêzên hikumeta Şamê çêbûn

Dezgehên çapemenî ya girêdayî hikumeta Şamê daxuyand ku di encama êrişa terorîst a li ser rêya Dêrazor-Tedmurê de 28 kesan jiyana xwe ji dest da. Li aliyekî din jî SOHR’ê da zanîn ku kesên hatin kuştin ji endamên hêzên hikumeta Şamê ne û hejmara wan 30 kes e.

Di êrişeke terorî de, kuştî û birîndarên hêzên hikumeta Şamê çêbûn
30 kanûn, 2020   19:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala Sama ya girêdayî hikumeta Şamê wiha daxuyand: "Nêzî saet 16:00’an piştî nîvro, êrişeke terorî li dijî basekê li ser rêya Dêrazor-Tedmurê ya li herêma Kebacibê pêk hat, di encamê 28 şênî şehîd bûn û 8 birîndar bûn."

Li aliyekî din jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê kemînek ji 3 basên veguhastina endamên hêzên hikumeta Şamê re li beyar Şola ya li ser rêya Humis-Dêrazorê vegirt. Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Li gorî SOHR’ê hejmara kuştiyan 30 kes e û 15 birîndar jî çêbûn.

(fr)