Rêveberiya Xweser sala nû li tevahî pêkhateyan pîroz kir

Bi hatina 2021’an re, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê ev bone ku tê de wateyên hezkirin, aştî û jiyana hevbeş heye, li tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê pîroz kir. Her wiha rêveberiyê soza xwe ya sepandina rêgeza biratiyê nû kir.

Rêveberiya Xweser sala nû li tevahî pêkhateyan pîroz kir
30 kanûn, 2020   19:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya daxuyaniyeke hatina sala nû li tevahî pêkhateyên Sûriyê pîroz kir.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de wiha hate gotin:

"Çend saet mane ku derbasî sala nû ya 2021’an bibin û hê jî aloziya Sûriyê li dar e. Ew jî bêyî ku tu pêşdeçûn anjî çareyeke çêbibe. Lê ji bilî wê destwerdanên terorîst ên dewleta Tirk û çeteyên wê, gefxwarinên li ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Ev pêşdeçûn neyênî, niyetên veşartî û nedurist ên çareserkirina aloziyê eşkere dikin.

Ji lew re berdewama dagirkeriya Tirk û sûcên wê yên dermirovî li dijî gelê Sûriyê û komplogeriya çeteyên wê, hêmanekî xetere û xencerekî bijehr li pişta sûriyan e.

Bi boneya hatina sala 2021’an, em tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê pîroz dikin. Ji ber ev bone gelek wateyên mîna hezkirin, aştî û jiyana hevbeş dihewîne. Em soza xwe ya bilindkirina kedê di Rêveberiya Xweser Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ya bi hewldana sepandina rêgezên biratiyê nû dikin. Ji ber ev yek rêbaza yekane ya pêkanîna demokrasiyê ye. her wiha ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegera şêniyên koçber li warên wan, bi israr in.

Ji lew re divê tevahî aliyên Sûriyê, cidiyet û berpirsiyariyê ya bidawîkirina azaran di sala nû de eşkere bikin û ji bo demokrasî, edalet, wekhevî û bidawîkirina dagirkeriyê amade bin.

Li dawiyê bidûrxistina Rêveberiya Xweser û înkarkirina mafên gelê wê, ew e ku rêgezên guhartin û vegera demokrasiyê li Sûriyê tê armanckirin.

Em bi hêvî ne sala nû bi xwe re xêrê ji tevahî û welatê Sûriyê re bîne û bibe saleke dûrî şer û wêrankirin.

Her sal gelê me yê li hundir û derve bi xêr be."

(fr)

ANHA