Piştî 7 rojan ji meşa dirêj, ciwanan gihaştin Dêrikê

Îşev û piştî 7 rojan ji meşa dirêj, Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan gihaştin Dêrikê û şêniyan ew pêşwaz kir.

Piştî 7 rojan ji meşa dirêj, ciwanan gihaştin Dêrikê
Piştî 7 rojan ji meşa dirêj, ciwanan gihaştin Dêrikê
Piştî 7 rojan ji meşa dirêj, ciwanan gihaştin Dêrikê
Piştî 7 rojan ji meşa dirêj, ciwanan gihaştin Dêrikê
Piştî 7 rojan ji meşa dirêj, ciwanan gihaştin Dêrikê
Piştî 7 rojan ji meşa dirêj, ciwanan gihaştin Dêrikê
30 kanûn, 2020   18:43
QAMIŞLO

Îşev mesa dirêj a ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşma "Em ê teqez bi ser bikevin" li dar xistiye, gihaşt Dêrikê. Meş ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevgerên PDK’ê yên dawîn, tecrîda li dijî rêber Ocalan û girtiyan siyasî li dar ket. Meşa dirêj ji navçeya Til Temirê dest pê kir û li tevahî bajar û bajarokên herêma Cizîrê gerî.

Di têketina bajarê Dêrikê de şêniyan pêşwaziya ciwanan kir û tev li meşê bûn. Ciwan li tevahî kolanên Dêrikê gerîn û piştre berê xwe da Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan.

Li gel Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan meşa dirêj vegerî mitîng e û beşdaran deqeyeke rêz girtin. Piştre bi navê Meclisa navçeya Dêrikê Sadiq Mihemed wiha got: "Em soz didin ciwanên şoreşger û Tevgera Jinên Ciwanan ku dê piştevaniya wan a hemleya "Em ê teqez bi ser kevin" bikin, îxanetê û dagirkeriyê li tevahî parçeyên Kurdistanê têk bibin."

Dûvre bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan Medya Mihemed axivî û spasiya tevahî şêniyên bajêr û bajarokên ku ciwanên pêşwaz kirin û tev li mesa dirêj bûne, kir.

Medeya Mihemed wiha domand: "Dê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan asta têkoşînê heta rizgarkirina rêber Ocalan û girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk a faşîst bilind bikin û piştevaniya QSD’ê li eniyên şer bikin."

Li aliyekî din jî Evîn Elî bi nave Kongreya Star a Dêrikê wiha destnîşan kir: "Hemleya Ciwanên Şoreşger a ku 7 rojan bi peyatî berdewam kir, bi rêya beşdariya ciwanên şoreşger ên ji tevahî bajar û bajarokên herêma Cizîrê deng veda."

Mesa dirêj bi pêşandana stranan ji hêla endamê koma Cûdî, Hacî Mûs ve bi dawî bû, jê jî stranên Şervano û Heftanînê.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cLpx2kplnwg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>