Li Yemenê li cihê avakirina hikumeta nû, teqînek din çêbû

Dezgehên çapemeniyê daxuyand ku teqîneke nû li Qesra Meaşîq a ku tê de wezaretên hikumeta Yemenê ya nû heye, çêbû.

Li Yemenê li cihê avakirina hikumeta nû, teqînek din çêbû
30 kanûn, 2020   17:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Reutersê li ser zimanê şêniyan ragihand ku wan dengê teqînekê li nêzî Qesra Meaşîq bihîstin. Her wiha meclisa wezaretê ya Yemenê, piştî êrişa li ser balafirgeha Edenê, li Qesra Meaşîq bi cih bû.

Di demeke berê ya îro de, bi rasthatina gihandina hikumeta nû li balafirgeha Edenê, balafirgeh hat topbarankirin. Her wiha li gorî wezareta tenduristiyê, herî kêm 22 hatin qetilkirin û zêdetirî 50 kesî jî birîndar bûn.

(fr)