Li Hesekê parka Ogarêt hat vekirin

Bi armanca xurtkirina hevbeşiya civakî û aştiya navxweyî, Beşa Parkan û Hawîrdorê li Şaredariya Gel a Hesekê bi hevkariya rêxistina Bêl Parka Ogarêt, hat vekirin.

Li Hesekê parka Ogarêt hat vekirin
Li Hesekê parka Ogarêt hat vekirin
Li Hesekê parka Ogarêt hat vekirin
Li Hesekê parka Ogarêt hat vekirin
Li Hesekê parka Ogarêt hat vekirin
Li Hesekê parka Ogarêt hat vekirin
Li Hesekê parka Ogarêt hat vekirin
30 kanûn, 2020   14:28
HESEKÊ

Ji nava çalakiyên projeya Harmonî û piştî nîqaşkirina astengiyên ku li pêşiya hevgirtina civakî dibin bend, jê lihevkirina li ser mijara parvekirina parkên giştî û bikaranîna wê ji hêla hinek kesan ve, îro parkeke giştî li bajarê Hesekê hate vekirin.

Park bi hevkariya Beşa Parkan û Hawîrdorê ya Şaredariya Gel a bajêr û rêxistina Bêl û bi beşdarbûna şêniyên taxa Nasra li navenda jîngehan a Ogarêt hate vekirin.

Beşa Parkan û Hawîrdorê ji demekê ve hewl dide parkên giştî ava bike û fireh bike, navînên rêyan ava bikin, daran li parkan biçîne û lîstokên zarokan di nava parkan de çêke.   

Rûbera parkê, 7 donim e. derdora parkê hemû dîwar e û 4 deriyên sereke tê de hene, jê du derî ji bo kesên temenmezin û kesên astengdar in.

Li ser daxwazên şêniyan park bi Ogarêt hate navkirin. Tê de beşa taybet bi zarokan heye.

/kr/uploads/files/2020/12/30/144252_-large.webp

/kr/uploads/files/2020/12/30/144133_-large.webp

Di merasîma vekirinê de gerînendeya projeya Harmonî Alva Elî, endama rêveberiya Nivîsgeha Rêveber a Şaredariya Gel Merwa Dawîd û çavdêrê Gerînendeya Avê ya kantona Hesekê Mihemed Mihemed axivî û destnîşan kir ku wan ev park ji bo şêniyên herêmê ava kiriye û bang li şêniyan kir ku parkê biparêzin.

Di dawiya merasîmê de koma Bermaya dîlanên folklorî pêşkêş kirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TswwDmwN05Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>