​​​​​​​Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Reqayê soza xizmetkirina herêmê da

Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê piştrast kir ku ew ê projeyên xizmetguzariyan di sala bê de berdewam bikin, her wiha gelek proje bi sedema êrişên dewleta Tirk û berbelavbûna vîrusa Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin paşdexistin.

​​​​​​​Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Reqayê soza xizmetkirina herêmê da
30 kanûn, 2020   15:02
REQA

Komîteyê civîneke çapemeniyê ji bo xebatên xwe yên 2020’an bi beşdariya karkerên Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Reqayê, hevserok û nûnerên şaredariyên gundewar li dar xist.

Di civînê de, endamê Desteya Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Ehmed Xelîl wiha got: "Em ê ji bo pêşdeçûna rewşa bajarê Reqayê xebatê bidomînin û şehîdên canê xwe ji bo rizgarkirina Reqayê daye, silav dikin."

Bi navê Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan Şêrîn Elî wiha da zanîn: "Dê xebat di sala bê de bidome û destkeftiyên îsal çêbûne, bi saya QSD’ê ye. Ji ber ew li eniyên şer li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin."

Di civînê de, tevahî projeyên ku 2020’an pêk hatine, bi sînavîzyonekê hatin pêşandan. Li aliyekî din jî komîteyê destnîşan kir ku dê sererastkirina pire, park, kehrebeya li kolanan, kanalîzasyon, çêkirina torên ava vexwarin û sererastkirina avahiyên fermi, bidomînin.

Der barê derengiya sozên pêkanîna gelek projeyên xizmetguzarî de, komîteyê diyar kir ku sedem êrişên dewleta Tirk a dagirker û berbelavbûna vîrusa Koronayê, ye.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LJNX-rxb1jo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>