Bi boneya sersala nû Rêveberiya Xweser roja şemiyê kir betlaneya fermî

Bi boneya sersala nû, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja şemiyê ango 2 Çileya 2021'an wekî betlaneyeke fermî ragihand.

Bi boneya sersala nû Rêveberiya Xweser roja şemiyê kir betlaneya fermî
30 kanûn, 2020   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryarnameyekê roja şemiyê wekî betlane ragihand.

Biryarname wiha ye:

Bi boneya sersalê hemû saziyên fermî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bilî saziyên ku divê karê xwe berdewam bikin, roja şemiyê 02.01.2021 'an betlane dikin."

(dm)