MED TUHAD-FED: Metirsî li ser jiyana girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de heye

Di raporeke Yekitiya Komeleyên Hiqûqî ya Piştgiriya Malbatên Girtiyan de hate destnîşankirin ku jiyana girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk di xetereyê de ye û divê şandeyek biçe Îmraliyê.

MED TUHAD-FED: Metirsî li ser jiyana girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de heye
30 kanûn, 2020   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rapora Yekitiya Komeleyên Hiqûqî ya Piştgiriya Malbatên Girtiyan (MED TUHAD-FED) de hate diyarkirin ku di dema belavbûna vîrusa Koronayê (Covid-19) de tedbîrên pêwîst nehatin girtin û bi wê yekê jiyana girtiyên li girtîgehên Tirkiyê di xetereyê de ye.

Di raporê de wiha hate gotin: “Gerînendetiya Giştî ya Girtîgehan di 8`ê Mijdarê de bi raporekê ragihandibû ku ji 367 girtiyan, 117 girtî bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan 12 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Ev yek nîşan dide ku ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa Koronayê tedbîrên pêwîst nehatine girtin. Ji lew re, girtiyên li girtîgehên Tirkiyê di 27`ê Mijdarê de ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê, dest bi greva birçîbûnê kirin.”

Di raporê de îşaret bi zext û binpêkirina mafên mirovan hate kirin û ew binpêkirina wiha hatin rêzkirin:

 “Demeke dirêj e ku lênêrîna tenduristî li girtîgehan tune ye. Bi belavbûna şewba Koronayê re ew yek gihaşt astekê ku nayê tehmulkirin. Gelek girtiyên nexweş hene ku nikarin şert û mercên girtîgehê tehmul bikin, her wiha gelek girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest da.

Tevî ku gelek girtî bi vîrusa Koronayê ketin jî, lê belê tedbîrên pêwîst nehatin girtin. Di 2`ê Kanûnê de girtiyê bi navê Mihemed Emîr ku bi vîrusa Koronayê nexweş bû, jiyana xwe ji dest da.

Li girtîgeha Amedê ya jinan danîna qeydan hîna dewam dike û li dijî girtiyan kiryarên dermirovî tên kirin.

Li gelek girtîgehan rûmeta mirovan tê binpêkirin û şertên belavbûna şewbê di ber çavan re nayên girtin. Her wiha dema ku girtiyan dibin lêpirsînê cilên wan jê datînin. Ev kiryarên dermirovî demeke dirêj e li girtîgehan û bi taybetî li girtîgeha Tîpa 1 a Amedê û Girtîgeha Amedê ya Jinan, dewam dikin.

Her wiha bêyî biryara dadgehê, gelek kovar û rojname û di nav de rojnameya Yeni Yaşam li girtîgehan hatin qedexekirin û bi taybetî nahêlin ku rojname û kovarên kurdî derbasî girtîgehan bibin, ew yek bi behaneya ku wergervan tune ne tê kirin.

Di dezgehên çapemeniyê de agahiyên li ser şandina girtiyan ji bajarên din re hatin belavkirin da ku girtî dûrî xizmên xwe bin. Girtiyên li girtîgehên dûr bi rêya name û hevdîtinan destnîşan kirin ku tecrîdeke giran li ser wan tê ferzkirin.

Yek ji binpêkirinên li girtîgehan jî lêpirsînên bi armanca edebkirinê ne, ji ber wan cezayan berdana girtiyan tê taloqkirin. Mînak heke nîqaşeke biçûk bi nobetdarên girtîgehan re bê kirin, dê rastî lêpirsînê bên.

Li gelek girtîgehan girtiyên nexweş hene, ji lew re divê şert û mercên dermankirina wan bên peydakirin.

Her wiha li girtîgehên gelek herêman, kamerayên şopandinê hene, divê ew kamera bên rakirin. Divê destûr ji girtiyan re bê dayîn da ku bi çalakiyên çandî û civakî rabin. Heta ku girtî tên berdan, divê xwarin û vexwarin wan bi ewle be.

Divê bi hemû girtiyan re û bi taybetî bi girtiyên li girtîgeha Îmraliyê re lêpirsîn bê kirin da ku zanibin ka tedbîrên tên girtin li gorî pîvanan in an na. Her wiha divê şandeyên ji parêzer, rêxistinên hiqûqî û nûnerên hikumetê pêk tên, ji bo girtîgehan bên şandin.”

(cx)