Beşê 9`an ên koçberên sûrî ji kampa Holê derketin

Li gorî biryara Rêveberiya Xweser, rêveberiya kampa Holê beşê 9`an ên koçberên Sûriyê yên dixwazin vegerin herêmên xwe ji kampê derxist.

Beşê 9`an ên koçberên sûrî ji kampa Holê derketin
30 kanûn, 2020   13:28
HESEKÊ

Îro, bi dehan koçberên ji bajarên Reqa û Tebqayê ku ji ber çeteyên DAIŞ`ê reviyabûn, li qada ji bo derketinê hatiye veqetandin kom bûn û li benda derketina ji kampê bûn.

/kr/uploads/files/2020/12/30/133149_kampa-hule-4.webp

Ev beşê 9`an ê koçberên Sûriyê ye ku dixwazin ji kampê derkevin, piştî ku belgeyên wan bi dawî bûn û hate piştrastkirin ku ew ji herêmên ku dixwazin lê vegerin.

Beriya çend mehan, bi hezaran malbatên sûrî ji kampa Holê derketin. Piraniya wan rêwîtiyan bi rêya kefaleten ku rûspî û serokên eşîran dane, pêk hatin.

/kr/uploads/files/2020/12/30/133206_kampa-hule-1.webp

Beşê ku îro derdikeve, ji 111 malbatên ango ji 385 kesan piraniya wan jin û zarok in û ji bajarên Reqa  Tebqayê ne, pêk tê.

Bi dehan endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi malbatên koçber diçin da ku wan bi ewlehî radestî xizmên wan bikin.

Beşê 8`an di 21`ê vê Kanûnê de ji kampê derketibû.

(cx)

ANHA