Dewleta Tirk gundê Kîste bombebaran kir

Balafirên dewleta Tirk a dagirker gundê Kîste yê herêma Berwarî Bala yê başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Dewleta Tirk gundê Kîste bombebaran kir
30 kanûn, 2020   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî nûçeya Rojnewsê balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker derdora gundê Kîste ya girêdayî herêma Berwarî Bala bombebaran kir.

Her wiha çavkaniyan ji Rojnewsê re ragihandin ku dengê teqînek mezin li çiyayê Garê hatiye bihîstin û dumanek reş bilind bûye. Heya niha derbarê bombebaranê de ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.