Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 69 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê îro ragihand  ku li herêmê 69 kes bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 8 nexweş jî baş bûne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 69 kesên din bi koronayê ketin
30 kanûn, 2020   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa kesên bi vîrusê ketine 36 mêr in, 33 jin û ji van herêman in:

 

Hesekê: 5
Qamişlo: 1
Dêrik: 9
Girê Legê:1
Kobanê: 4
Tebqa: 32
Reqa: 6
Minbic: 5
Dêrazor: 1
Şehba: 5

Ciwan Mistefa diyar kir ku 8 nexweş jî baş bûne.

Tevî daneyên îro, hejmara pêketiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 8 hezar û 24 nexweşan, jê 271 nexweş mirine û hezar û 138 nexweş jî baş bûne.

(şx)

ANHA