SOHR: Li Sûriyê hezar û 236 kes bi balafirên Rûsyayê hatin kuştin

SOHR`ê ragihand ku di sala 2020’an de balafirên şer ên Rûsyayê li dijî herêmên cuda yên Sûriyê zêdetirî 8 hezar êriş pêk anîn, di wan êrişan de, di nav de 235 sivîl, zêdetirî hezar û 236 kes hatin kuştin.

SOHR: Li Sûriyê hezar û 236 kes bi balafirên Rûsyayê hatin kuştin
30 kanûn, 2020   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî 63 mehan ji destwerdana leşkerî ya Rûsyayê di aloziya Sûriyê de, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka îsal ve zêdetirî hezar û 236 kes bi balafirên şer ên Rûsyayê hatine kuştin.

SOHR`ê destnîşan kir ku di nava kuştiyan de 235 sivîl (58 zarok, 41 jin), 394 çeteyên DAIŞ`ê ku bi êrişên asîmanî hatine kuştin û 607 çeteyên Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) û Partiya Tirkistanî ya Îslamî, hene ku hinek ji wan ji nasnameyên erebî û hinek ji nasnmeyên biyanî ne.

Ji destpêka destwerdana Rûsyayê li aloziya Sûriyê di 30`ê Îlona 2015`an de û heta 30`ê Kanûna 2020`an, li Sûriyê 20 hezar û 509 kes hatine qetilkirin, ji wan 8 hezar û 661 sivîl in (2 hezar û 98 zarok, hezar û 317 jinên di ser 18 saliyê re, 5 hezar û 246 xort û zilam).

Her wiha di êrişên asîmanî yên balafirên Rûsyayê de, 5 hezar û 638 çeteyên DAIŞ`ê û 6 hezar û 210 çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û çeteyên Partiya Tirkistanî ya Îslamî, hatine kuştin.

SOHR`ê ragihandibû ku Rûsyayê di êrişên xwe yên asîmanî de madeya “Thermite” ku şewatê çêdike, bi kar aniye, ew made di bombeyên balafirên Rûsyayê de heye ku di bombebaranên rojên dawîn ên li ser xaka Sûriyê de bi kar aniye.

(cx)