‘Generalên artêşa Tirk şerê li dijî Qerebaxê bi rê ve dibirin’

Di raporeke rojnameya The California Courier de hate destnîşankirin ku ne ji dewleta Tirk û general û çeteyên wê yên ji Sûriyê bûya, Azerbêcanê nedikarî herêma Qerebaxê dagir bike.

‘Generalên artêşa Tirk şerê li dijî Qerebaxê bi rê ve dibirin’
30 kanûn, 2020   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporeke rojnameya ‘The California Courier’ a amerîkî, rojnamevanekî Tirk ê hatiye sirgûnkirin, di raporekê de nav û çalakiyên 3 generalên Tirk ku roleke sereke di fermandariya şerê Azerbêcan û Ermenistanê yê li ser Qerebaxê de lîst, eşkere kirin.

Tê zanîn ku balafirên bêpîlot û moşekên pêşketî ku Azerbêcanê ji Îsraîl, Tirkiye û Rûsyayê kirine, bandoreke mezin li şerê Qerebaxê kir. Her wiha tê zanîn ku 200 şêwirmendên leşkerî yên Tirk û bi hezaran çeteyên sûrî li şûna hêzên Azerbêcanê beşdarî şer bûne. Tevî wê yekê jî, lê ev cara yekemîn e ku raporek li ser hebûna generalên Tirk di şerê Qerebaxê de tê belavkirin.

Yek ji fermandarên leşkerî yên Tirk general Şerîf Once ye, yê din Bahtiyar Ersay û yê sêyemîn Goksel Kahya ye.

(cx)