QSD`ê hewldana DAIŞ`ê ya dizîna alavên nexweşxaneya El-Bisêra têk bir

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hewldana çeteyan a dizîn û talankirina alavên nexweşxaneya giştî ya bajarokê El-Bisêra têk bir û 2 çete girtin.

QSD`ê hewldana DAIŞ`ê ya dizîna alavên nexweşxaneya El-Bisêra têk bir
30 kanûn, 2020   10:01
DÊRAZOR

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji fermandarekî QSD`ê bi dest xistine, endamên şaneyên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê vê sibehê bi dizî ketin nexweşxaneya giştî ya bajarokê El-Bisêra ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê û hewl da alavên nexweşxaneyê bidizin.

Li ser wê yekê dewriyeyeke hevbeş a QSD`ê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî destwerdan kir û şer derket. Di encamê de hewldana çeteyan hate têkbirin û 2 çete hatin girtin.

Heman fermandarî tu detayên din li ser şerê ku rû daye û windahiyên çeteyan, parve nekirin.

(cx)

ANHA