Greva girtiyan kete roja 34'an

Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya li zindanên dewleta Tirk li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 34'an de ye. Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê jî dewam dike.

Greva girtiyan kete roja 34'an
30 kanûn, 2020   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, di 27'ê Mijdarê de li girtîgehan bi rengekî bêdem û dorveger greva birçîbûnê dest pê kir. Grev di roja 34'an de ye û bi koma 7'an didomîne.

Yek ji girtîgehên ku greva birçîbûnê bi koma 7'an dewam dike Girtîgeha Tîpa H a Erziromê ye.

Li gorî agahiyan Davût Kamiş, Adem Çallar, Kahraman Varol, Abdulcelîl Taşçi, Fahrettîn Taş û Melîk Polat, her wiha 4 kesên ku navê wan nehate zanîn, li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne.

Li Kampa Mexmûrê jî greva birçîbûnê ya bi pêşengiya jinan li dijî tecrîdê dewam dike. Çalakî di roja 13'an de ye.