‘Beriya dagirkirina Serêkaniyê malbatên iraqî li wir tune bûn’

Hevserokê Şaredariya Gel a Serêkaniyê Luqman Îsa daxuyand ku beriya dagirkirina Serêkaniyê malbatên iraqî li Serêkaniyê tune bûn û malbatên ku niha nasnameyan didin wan di Tirkiyê re derbas bûne. Îsa da zanîn ku armanc ji wê yekê guhertina demografiya herêmê ye.

‘Beriya dagirkirina Serêkaniyê malbatên iraqî li wir tune bûn’
30 kanûn, 2020   09:10
HESEKÊ- HENAR ÎBRAHÎM

Meclisa Herêmî ya girêdayî dewleta Tirk li bajarê Serêkaniyê biryarek ji bo derxistina nasnameyan ji penabarên iraqî re da. Ew yek di çarçoveya hewldanên dagirkeran ên guhertina demografiya herêmê de pêk tê.

Têkildarî mijarê, hevserokê Şaredariya Gel a Serêkaniyê Luqman Îsa ji ajansa me re axivî. Îsa wiha dest bi axaftina xwe kir: “Beriya êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser bajarê Serêkaniyê, li Serêkaniyê tevneke ji hemû pêkhate û rêolên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebû.”

Îsa di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku beriya dagirkirina Serêkaniyê malbatên penaber ên ji Iraqê li Serêkaniyê tune bûn û malbatên niha li wê derê ji aliyê Meclisa Herêmî ya girêdayî dagirkeriya Tirk ve tên bicihkirin û wiha domand: “Piştî kontrolkirina çeteyên DAIŞ`ê xaka herêmê, ew malbat bi rêya Tirkiyê derbasî herêmê bûn.”

Îsa da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji bicihkirin û çêkirina nasnasmeyan ji penaberên iraqî re ku tevî çeteyên DAIŞ`ê bûn, guhertina demografiya herêmê ye û hevkariya bi çeteyên Artêşa Nîştimanî re ye ku bi vê yekê berjewendiyên xwe li herêmê pêk tîne û wiha got: “Ji lew re, wan malbatên iraqî li herêmên ku dagir kirine wekî, Efrîn, Serêkaniyê, Bab, Ezaz û Girê Spî bi cih dike.”

Îsa destnîşan kir ku hewldanên dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî, armanc jê ew e ku ji raya giştî re nîşan bidin ku li herêmên di bin serweriya wan de jiyaneke hevbeş di navbera gelan de heye.

Hevserokê Şaredariya Gel a Serêkaniyê Luqman Îsa di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku destwerdanê bikin û guhertina demografiya Serêkaniyê rawestînin, her wiha dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji bajêr derxin û şêniyên wê yên resen ku hatin koçberkirin, li cih û warên wan vegerînin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/w02wscI_W4k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>