Jinên Şêrawa meşek ji bo piştevaniya hemleya greva birçîbûnê li dar xist

Bi diruşma "dema dema azadiyê ye", îro Yekitiya Jinên Azad a navçeya Şêrawa meşek li dar xist û bi rêya wê daxuyaniyek li ser şermezarkirina siyaseta PDK’ê ya li dijî gel û piştevaniya greva birçîbûnê ya li girtîgehên dewleta Tirk, da.

Jinên Şêrawa meşek ji bo piştevaniya hemleya greva birçîbûnê li dar xist
30 kanûn, 2020   16:50
ŞEHBA

Îro bi sedema endamên Yekitiya Jinên Azad, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û endamên Kongreya Star li Şêrawa li qada gundê Mezin ê navçeyê ya kantona Efrînê bûn.

Meş bi hildana alên Yekitiya Jinên Azad, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, wêneyên rêber Ocalan û pankartên"Dem dema azadiyê ye", "Na ji qetilkirin, îşkencekirin û tecawîzkirinê re" dest pê kir. Her wiha jinan diruşmên şermezarkirina siyasetên îxanetê yên PDK’ê yên li dijî gelê Kurd û silavkirina berxwedana girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk berz dan.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/12/30/165201_161853_nwra-hsn-5b1600x12005d.jpg

Dema meşvan gihaştin qada dibistana gund, deqeyeke rêz girtin û li wir endama Yekitiya Jinên Azad a Şêrawa Nora Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hemleya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de silav dikin. Ev hemle ji rakirina tecrîda li dijî rêber Ocalan e. Li aliyekî din jî piştgiriya hemleyê dikin.

Di daxuyaniyê de siyaseta PDK’ê ya li dijî gelê Kurd ê li Rojava, li dijî HPG’ê ya li Heftanînê û tevahî çiyayên Kurdistanê hat şermezarkirin û bang li PDK’ê hat kirin ku siyaseta xwe biguhere û nekeve xefka berjewendiyên dagirkeriya Tirk.

Di dawiya daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku bi berxwedana gelê Kurd û HPG’ê ya li Başûrê Kurdistanê dê tevahî planên dewleta faşîst têk bibin.

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana li girtîgehan û şermezarkirina îxanetê, bi dawî bû.

(fr)

ANHA