Pîrozbahiyên Noelê li Şamê… nîşaneya newekheviyê û sersariya li hember koronayê

Cudahiya çînî û nebaşiya rewşên aborî bandora xwe li pîrozbahiyên cejna Noelê ya li paytexta Şamê dikin. Di heman demê de jî nepabendiya şêniyan a bi tedbîrên pêşîlêgirtina vîrusa koronayê, dê rewşê li gel hilweşîna beşa aboriyê, giran bike.

Pîrozbahiyên Noelê li Şamê… nîşaneya newekheviyê û sersariya li hember koronayê
Pîrozbahiyên Noelê li Şamê… nîşaneya newekheviyê û sersariya li hember koronayê
Pîrozbahiyên Noelê li Şamê… nîşaneya newekheviyê û sersariya li hember koronayê
Pîrozbahiyên Noelê li Şamê… nîşaneya newekheviyê û sersariya li hember koronayê
Pîrozbahiyên Noelê li Şamê… nîşaneya newekheviyê û sersariya li hember koronayê
Pîrozbahiyên Noelê li Şamê… nîşaneya newekheviyê û sersariya li hember koronayê
30 kanûn, 2020   09:04
ŞAM-NISRÎN XELÎL

Şamê îsal cejna Noelê bi xemleke nû pêşwaz kir. Lê li gel vê yekê jî şênî ji azarên şer ên salên dawîn westîne. Bi wê re jî gelek malbat hene ku hestên kêfxweşî û şahiyê li ser wan dijwar in. Ji ber ku zarokên wan di eniyên şer de ne, da ku hikumeta Şamê biparêzin. Lê hikumet jî nikare welat ji rewşa aborî ya hilweşiyayî xelas bike.

Îsal li sûkên Şamê tevgereke nenormal heye, ji ber şênî di saetên êvarê de li sûkan digerin. Lê belê ev tevger tenê bi armanca nêrîna li xemlê ye û kirîn jî pir kêm e.

Girêdayî mijarê, şêniyê bi navê M.E. yê ku tevî malbata xwe li sûkê digerî, diyar kir ku pêdiviyên malbata wî di vê dema salê de her tim zêde ne, lê belê malbateke normal an jî karmendek nikare van pêdiviyan pêk bîne, ji ber rewşa aborî hilweşiyaye û kel û pel biha ne.

Lê hevjîna M.E. diyar kir ku kel û pel pir biha ne, lê tevî wê jî malbat nikarin tevahî pêdiviyên zarokan red bikin û tenê tiştên pêwîst dikirin. Hevjîna M.E. piştrast kir ku îro ew û zarokên xwe derketine kolanan da ku dara mîladê û xemla li kolanan temaşe bikin û hin wêneyên bîranînê bikişînin.

Piranî malbat nikarin şahiyên cejnên Noelê li dar bixin, ji ber qût û pereyên wan kêm in. Ji ber piranî karkerên li beşa giştî dixebitin, mûçeyên pir kêm werdigirin.

 ‘REWŞA ABORÎ YA MALBATAN BANDORA XWE LI TEVGERA LI SÛKAN DIKE

Tevî qerebalixa li sûkan di van rojan de, lê tevgera kirîn û firotinê pir kêm e. Têkildarî mijarê xwediyekî dikaneke bazirganiyê wiha eşkere kir: "Îsal tevgera li sûkan ji salên borî cudatir e, ji ber hejmareke mezin serdana sûkan dikin. Tevî ku rewşên aborî yên salên berê ji îsal cudatir bûn."

Xwediyê dikana bazirganiyê destnîşan kir ku bihabûna kel û pelan bandor li tevgera kirîn û firotinê kir û wiha berdewam kir: "Bilindbûna nirxê dolar li hember lîreyê Sûriyê bû sedema sekinandina kirînê. Lê li hember jî çîneke dîtir heye ku bilindbûn û daketina dolar bandorê li wê nake."

Aborînasê ji Şamê ku navê xwe ji ber sedemên ewlehiyê neda, li ser sedemên bihabûna madeyan li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de axivî û destnîşan kir ku di cejnan de buha bi awayekî rûtînî bilind dibin. Ev yek jî di encama daxwaza zêde ya kel û pelan de ye, bi taybet cil û berg û madeyên xwarinê.

Li aliyekî din jî, aborînas eşkere kir ku sedema sereke ya bihabûnê, şerê ji 10 salan ve ye, ji ber bi wê re binesaziya aboriya Sûriyê hilweşî, nirxa wê li hember pereyên biyanî têk çû, bandoreke mezin li dahatû û hinardeyan kir û tevgera berhema hundirîn qels kir.

Li gorî aborînas, encamên ji pandemiya vîrusa koronayê bandoreke mezin li ser bihabûnê kir, bi wê re jî aborî heta asteke hate girtin. Ji ber pêşandana kelûpelan kêm bû û pêdiviya li ser wê zêde bû. Vê yekê jî azarên şêniyan ên debarê zêde kirin.

METIRSIYA ZÊDEBÛNA KORONAYÊ

Bi tevgera mezin a şêniyan di van rojan de li sûkan û lidarxistina şahiyên bi êvarê, pisporan hişyarî da, dibe ku kombûna şêniyan bibe sedema derketina vîrusa koronayê ji kontrolê.

Tevî ku Wezareta Turîzmê ya hikumeta Şamê gelek qanûnên taybet ên girêdayî kombûnan ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa koronayê derxistin, lê tu çavdêrî ji pêkanîna biryaran tune ne û şênî bi xemsarî ber bi wan tedbîran ve diçin.

Li ser mijarê, Dr. Mihemed Elî ev tişt got: "Tê texmînkirin ku hejmara kesên bi vîrusa koronayê bikevin, di dema şahiyên cejna Noelê de zêde bibe."

Elî destnîşan kir ku ew yek ji ber tevgera zêde ya şêniyan û serdana xizm û dostan, her wiha nepêkanîna tedbîrên xweparastin û dûrketina civakî ye. Dr. Elî got kombûn bandoreke xirab li ser rewşa tenduristî ya civakê dike û anî ziman ku divê tedbîrên tund ji bo sînordarkirina wan kombûnan pêk bên û her kesê li dijî tedbîrên xweparastinê tev bigere, werin cezakirin.

Elî bang kir ku serdana ji mezinan û kesên nexweşên giran re qedexe bikin, her wiha zarokan bi xwe re nebin serdanên malbatî, hev hembêz nekin û maç nekin.

)fr(

ANHA