Hêviyên koçberan ên vegera li warên xwe bi sala nû re nû dibin

Bi hatina sala nû re, malbatên sûrî di nava rewşeke jiyanî ya dijwar de dijîn û li hemberî dagirkeriyê li gel hêviya rizgarkirina herêmên xwe, li ber xwe didin.

Hêviyên koçberan ên vegera li warên xwe bi sala nû re nû dibin
Hêviyên koçberan ên vegera li warên xwe bi sala nû re nû dibin
Hêviyên koçberan ên vegera li warên xwe bi sala nû re nû dibin
Hêviyên koçberan ên vegera li warên xwe bi sala nû re nû dibin
Hêviyên koçberan ên vegera li warên xwe bi sala nû re nû dibin
Hêviyên koçberan ên vegera li warên xwe bi sala nû re nû dibin
Hêviyên koçberan ên vegera li warên xwe bi sala nû re nû dibin
30 kanûn, 2020   08:16
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Bi nêzîkbûna sersalê re gelê Sûriyê hêvî dike ku vegere warên xwe yên ku ji ber dagirkeriya Tirk koçber bûne.

Çîrokên azar û êşkişandinê yên malbatên sûrî ji destpêka şoreşa Sûriyê ve û heta roja me ya îro pir in û ji hev cuda ne. Di her malbatekê de ji ber şer an yek jê hatiye kuştin an yek birîndar bûye yan jî yek winda ye. Yan jî malbat bi giştî ji warên xwe koçer bûye. 

Malbata Cîhan mîna bi hezaran malbatên sûrî êşa şer û koçberiyê ji ber dagirkirina warên xwe ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, kişandiye.

Malbata dayika Cîhan ji 9 kesan pêk tê; 5 keç û 2 xort. Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Girê Spî di 12`ê Cotmeha 2019`an ve dagir kir, ji warê xwe koçber bû.

`EM DÛRÎ MALÊ KÊFXWEŞ NABIN`

Ruxmî zehmetiyên ku malbat tê re derbas dibe, lê hêvî ji çavên dayika cîhan diçirisin. Bi vê hêviyê dayika Cîhan wiha axivî: “Dema warên me rizgar bibin, em ê vegerin, wê demê sersala nû dê ji bo me bibe boneyeke şadiyê. Em dûrî malên xwe kêfxweş nabin.”

Malbata dayika Cîhan tevî rewşa aborî ya dijwar, maleke biçûk li bermaberî 300 hezar lîreyên Sûriyê li bajarê Kobanê kirê kiriye.

Li bajarên Sûriyê bi giştî piştî ferzkirina Qanûna Qeyser li ser hikumeta Şamê nirxa lîreyê Sûriyê li bermaberî dolar daket, di encamê de kel û pel gelek biha bûne.

Dayika Cîhan destnîşan kir ku ew ê li hemberî dagirkeran heta dawiyê li ber xwe bidin û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dikin ku dê warên wan rizgar bikin.

Bi dengekî tijî bêrîkirin û nalîn wiha li gotinên xwe zêde kir: “Em ji bilî aştî, ewlehî û vegera li warên xwe tiştekî din naxwazin. Bi hatina sersala nû re em hêvî dikin ku em careke din koçber nebin. Ev bû 3 car em koçber dibin."

Dayika Cîhan di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî bajarê Girê Spî de ji keça xwe ya 15 salî qut bû. Keça wê bi dapîr û bapîrê xwe re çû Tirkiyê. Dayika Cîhanê diyar kir ku ev du sal in keça xwe Sîdra nedtiye û hêvî dike ku di sala bê de bibîne.

Dayika Cîhan îşaret pê kir ku bi hatina sersala nû re, daxwazên zarokan jî pir dibin û wiha pê de çû: “Di vê boneyê de zarok pir tiştan dixwazin. Lê ji ber rewşa jiyanî ya dijwar em nikarin daxwazên wan bi cih bînin. Tu rêxistineke mirovî jî alîkariya me nake.”

Kurê dayika Cîhanê Mihemed ê 7 salî mîna zarokên din, hêvî dike ku sersala nû li bajarê xwe pîroz bike û bi cilên nû sala nû pêşwazî bike.

(şx)

ANHA