Rojnameyên erebî: Hevkariya Rûsya û Tirkiyê, Kazimî jî pêşberî ezmûna dawîn e

Rojnameyên erebî yên îro der barê nêzîkbûna di navbera Tirkiye û Rûsyayê de, her wiha geşedanên li Iraq û Lubnanê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Hevkariya Rûsya û Tirkiyê, Kazimî jî pêşberî ezmûna dawîn e
30 kanûn, 2020   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

‘RÛSYA Û TIRKIYE DI NAVA HEVKARIYÊN DE NE’

Rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Geşedanên heyî li ser Tirkiye û Rûsyayê ferz kir ku hîn bêhtir nêzî hev bibin, li gorî vê dê her du alî di pir dosyayan de hevkariyê bikin, bi taybet mijarên girêdayî bakurê Sûriyê.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergay Lavrov roja sêşemê piştrast kir ku hevkariya leşkerî ya di navbera Moskov û Enqereyê de dê dewam bike, tevî hemû cezayên ku Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) li Tirkiyê birîne, piştî kirîna sistema moşekên Rûsyayê.

Lavrov her wiha piştî hevdîtina bi hempîşeyê xwe yê Tirk Mavlut Çavuşoglu li Moskovê, got: "Me got teqez em hevkariya xwe ya leşkerî bi pêş bixin.

Wezîrê Rûsyayê her wiha piştrast kir ku serok Vladimîr Pûtîn, helwesta Tirkiyê ya berdewamkirina hevkariyê, bi başî dinirxîne.”

‘JI BO ÇESPANDINA SÎSTEMÊ LI IRAQÊ EZMÛNEKE DAWÎN LI PÊŞIYA KAZIMÎ YE’

Der barê mijarê de  rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: "Serokwezîrê Iraqê xwe dît ku li pêşberî emûneke dawîn e, ji bo çespandina sîstem û heybeta dewletê. Xuya ye ew ê destê xwe bide lîderê şepêla Sedriyan, Muqteda El-Sedr, li dijî komên çekdar ên ku têne tawanbarkirin ku herêma navdewletî li Bexdayê û avahiya balyozxaneye DYA’yê bombebaran kirine.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Pêdiviya Kazimî bi aliyekî hebû ku piştgiriya wî bike, beriya ku biçe û yek ji berpirsên komekê ku moşek teqandine, bigire. Li gorî desthilatê ew kes endamê ‘Esaib Ehl El-Heq’ e ku Qeys Xezelî serokatiyê wê dike. Lewma Kazimî çû bi El-Sedr re kete têkiliyê û niyetên xwe jê re eşkere kirin.

Çavkanî dibêjin ku Kazimî serokê Saziya Ewlehiya Neteweyî Qasim El-Arec erkdar kiriye ku bi lîderên komên çekdar re têkeve têkiliyê.”

‘LUBNAN PIŞTA XWE DIDE PIŞTGIRIYA KU WASHINGTONÊ NAYÊ’

Rojnameya El-Beyan nivîsî: "Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Lubnanê Yan Kopenatche, bi twitekê helwesta der barê Lubnanê de nîşan da. Wê got: "Aştiya civakî hildiweşe, bûyerên ewlehiyê zêde dibin, pergala Lubnanê dihêje, lîderên Lubnanê jî çavên wan li serokê DYA’yê yê nû Joe Biden e. Derdorên siyasî her xwest naveroka vê helwestê bixwînin”.

Di vê navberê de tu liveke siyasî diyar nabe. Li şûna wê axaftin zêde bûne û tê gotin ku aloziya avakirina hikumetê dê rê li ber pevçûneke siyasî veke, dê ne wekî nakokiyên di navbera serok Mîşel Ewn û serokwezîrê erkdar Seed El-Herîrî de be, lê dê wê derbas bike û biçe pêvjoyeke dirêj a bêhikumetiyê.

Piraniya bertek û helwest diyar dikin ku sedema vê derengmayîna avakirina hikumetê, bendemayîna ku Biden di 20 Çileyê de were ser desthilatê.

Li aliyekî din pir agahî belav bûn ku dê siyasetên DYA’yê li Lubnanê tu guherînên mezin tê de çênebe, ji ber Washington jî piştgiriyê dide helweste navdewletî ya li dijî desthilata Îranê.”