Li Efrînê çeteyan 5 kesên din revandin

Çeteyên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî gelek sivîl revandin. Her wiha tu agahî der barê çarenûsa wan de tune ye.

Li Efrînê çeteyan 5 kesên din revandin
30 kanûn, 2020   08:52
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên ji navçeya Mabata, çeteyên bi navê Cebhe El-Şamiye yên girêdayî artêşa dewleta Tirk a dagirker êrişî gundê Mîrkan kir û 5 kes ji şêniyên gund, di nav de jinek jî heye, revandin.

Navên kesên revandî wiha ne: Mihemed Reşad Xelîl Norî (Mamo), Sefqan Ehmed Mustafa, Ebdo Kênc Xemîs, Ebdulqadir Weo ji şêniyên gundê Coqê ya girêdayî navenda Efrînê ye û li gundê Mîrkan dimîne û Leyla Cefar ew jî hevjîna welatiyê bi navê Mihemed Amêr e ku berê hatiye revandin.

Çavkaniyekî din ji gundê Korzêlê diyar kir ku çeteyan welatiyê bi navê Seleh Şikrî Ebdo ji şêniyên gund, revand.

Çarenûsa kesên revandî ne diyar e.

(dm)

ANHA