‘Girtina Leyla Guven ne bêdengkirin e, lê berdewamkirina berxwedanê ye’

Rêveberiyên jin ên navçeya Dirbêsiyê diyar kirin ku binçavkirina Leyla Guven nayê wateya bêdengkirinê, lê belê tê wateya berdewamkirina berxwedanê.

‘Girtina Leyla Guven ne bêdengkirin e, lê berdewamkirina berxwedanê ye’
30 kanûn, 2020   08:47
HESEKÊ

Têkildarî girtina parlamantera Kurd û hevseroka KCD`ê Leyla Guven, jinên navçeya Dirbêsiyê ji ANHA`yê re axivîn.

Jinan tekez kirin ku hikumeta Erdogan di kesayet, têkoşîn û îradeya Leyla Guven de jinên azad hedef digire.

Endama rêveberiya Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê Ebîr Hesen got ku hikumeta Tirkiyê her kesê ku banga mafên xwe yên rewa dike û her kesê ku di oxira azadî û mafên xwe de têdikoşe, digire.

Ebîr destnîşan kir ku dewleta Tirk tenê bi berjewendiyên xwe yên siyasî difikire, ji lew re hemû siyasetmedarên ku parastina mafên xwe dikin, dike armanc û wiha domand: “Leyla Guven jî siyasetmedar e û banga edalet û wekheviyê dike. Heman tişt ji bo parlamanter, siyasetmedar û rojnamevanên ku li dijî siyaseta hikumeta Tirkiyê ya ku tê idîakirin hikumeteke demokratîk e, serî hildidin, derbasdar e.”

Ebîr di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku dê çalakiyên xwe ji bo azadkirina Leyla Guven dewam bikin.

Endama rêveberiya Mala Jin Fatma Keleş jî wiha got: “Girtina Leyla Guven û biryara cezaya  wê heta 22 salan nîşan dide ku partiya AKP`ê ji berxwedana jinên azad ku ji bo azadiya xwe û pêkanîna wekheviyê têdikoşin û banga rizgarkirina hemû xaka Kurdistanê dike, ditirse. Her wiha ji ber Leyla Guven ji bo yekîtiya gelê Kurd kar dike.”

Fatma di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Girtina Leyla Guven nayê wateya bêdengkirinê, berovajî wê, em ê li ber xwe bidin û ji bo rizgarkirina tevahî xaka Kurdistanê ya dagirkirî û azadkirina Leyla Guven berxwedanê dewam bikin.”

Endama Komîteya Perwerdeyê Hîra Silo jî destnîşan kir ku ew ê heta azadkirina Leyla Guven çalakiyên xwe dewam bikin û got: “Bi girtina Leyla Guven re, em soza xwe ya ji bo azadkirina hemû jinan û pêkanîna wekhevî û edaletê ji bo hemû jinên cîhanê, nû dikin.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XefQxRtW430" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>