​​​​​​​Ciwan Mistefa: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kesên bi koronayê dikevin, kêm dibe

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa got hejmara kesên bi vîrusa koronayê dikevin, kêm dibe ku ew jî ji ber tedbîrên xweparastinê ye.

​​​​​​​Ciwan Mistefa: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kesên bi koronayê dikevin, kêm dibe
30 kanûn, 2020   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN-SOLÎN EHMÊ-SAMIR OSMAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 7 hezar û 955 kesên bi vîrusa koronayê ketine, li gel 271 kesên mirî û hezar û 130 kesên ji vîrusê baş bûne, qeyd kirine.

Ji ber berbelavbûna zêde ya vîrusa koronayê û zêdebûna rewşên pêketiyan, Rêveberiya Xweser ji Adara 2020’an gelek caran qedexeya derketina derve, li gel pêkanîna tedbîrên xweparastinê, hemleyên dezenfektekirinê ya mezin, ragihand. Wê yekê jî hişt ku hejmara kesên bi vîrusê dikevin kêm bibe û pêşî li belavbûnê bigire.

Li gorî Desteya Tenduristiyê, hejmara kesên bi vîrusê dikevin, kêm bûye. Têkildarî mijarê, Dr. Ciwan Mistefa wiha got: "Pêkanîna şêniyan a biryarên qedexeya giştî û tedbîrên xweparastinê hişt ku hejmara kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusê dikevin, kêm bibe û di bin kontrolê de be."

Mistefa destnîşan kir ku niha cîhan bi tevahî di rewşeke metirsiyê ya nifşa nû ya vîrusa koronayê ya nû de, dijî.

Mistefa wiha domand: "Divê şênî tedbîrên xweparastinê pêk bînin û li gorî perspektîfên tenduristiyê tev bigerin, xemsariyê bi vîrusê negirin. Her wiha em bi dûr naxin ku ev nifşa nû ya vîrusê derbasî herêmên me bibe, ji lew re divê em bi cidî tev bigerin."

Li aliyekî din endamê Şaneya Aloziyê û serokê Komîteya Lêkolînên Zanistî ya taybet bi pandemiya koronayê li Kobanê Dr. Ehmed Bozan da zanîn ku berbelavbûna pandemiyê li bajêr bi rêjeyekî pir kêm e.

Şaneya Aloziyê ya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema biryara qedexeya beşî li tevahî herêmê ji 21’ê Kanûnê heta bi 4’ê Çileya 2021’an dirêj kir.

‘TÊKILIYA DI NAVBERA DESTEYA TENDURISTÎ Û WHO’YÊ DE DI QONAXEKE PÊŞ DE YE’

Têkildarî xwezaya têkiliya Desteya Tenduristî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û WHO’yê de, Dr. Ciwan Mistefa wiha eşkere kir: "Têkilî bi awayekî yekser pêk tên û di merhleya pêş de ye, da ku perspektîfên WHO’yê yên der barê vîrusê de pêk bînin û pêdiviyên herêmê ji aliyên tenduristî û pêwîstiyên têkbirina vîrusê, dabîn bikin."

Mistefa wiha bi dawî kir: "WHO dermanê vîrusa koronayê bişîne Sûriyê, jê jî bişîne herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Lê di dema dawîn de hin nîqaş û diyalogên xurt di navbera me û WHO’yê de pêk hatin, da ku derman yekser bişîne herêmên me û ne bi rêya hikumeta Şamê."

(fr)

ANHA