​​​​​​​Îsraîlê careke din baregehên hikumeta Şamê topbaran kirin

Çavkaniyekî leşkerî ragihand ku di encama hedefgirtina baregeke leşkerî ji aliyê Îsraîlê ve li gundewarên Şamê de endamekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin û 3 jî birîndar bûn.

​​​​​​​Îsraîlê careke din baregehên hikumeta Şamê topbaran kirin
30 kanûn, 2020   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA ya fermî ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî leşkerî, wiha ragihand: “Saet di 01:30`an de Îsraîlê bi moşekan ji bakurê El-Celîl êrişî pergala me ya parastina hawayî ya li herêma Nebî Habîl a li gundewarên Şamê kir.”

Heman çavkanî piştrast kir ku di encama êrişê de zirarên medî çêbûn.

Tu daxuyaniyeke fermî ji hêla Îsraîlê ve derneket, tenê berdevkê artêşa Îsraîlê ji AFP`ê re got: “Em der barê raporên ku çapemeniya biyanî didin de, daxuyaniyan nadin.”

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) Îsraîlê nuqteyên Hizbullahê lubnanî û ketîbeya parastina hewayî ya Sûriyê ya li gundê Zebedanî topbaran kirin.

Li gorî SOHR`ê Îsraîlê şeva pêncşema borî herêma Misyaf a li gundewarên rojavayê Hemayê topbaran kiribû, di encamê de 6 endamên nesûrî yên alîgirên Îranê hatibûn kuştin.

 (şx)