Lixwemikurhatina berpirsê MÎT`ê (Generalê biçûk) li Eyn Îsayê

Kesê bi nasnavê "Ebû Esaf" tê zanîn, ji bo karê istîxbaratî ji dewleta Tirk re li hundirê xaka Sûriyê hat peywirdarkirin. MÎT’a Tirk ew “general” li ser 3 merheleyan li kampeke sîxuran a li Tirkiyê ku tê de bi dehan sûrî hene, perwerde kir da ku teqînan pêk bîne û agahiyên li ser kes û nuqteyên li herêmê bide.

Lixwemikurhatina berpirsê MÎT`ê (Generalê biçûk) li Eyn Îsayê
30 kanûn, 2020   04:16
KOBANÊ

Hêzên ewlehiyê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya çend rojan toreke girêdayî MÎT’a Tirk ku li Eyn Îsayê aktîf e û ji 28 kesan pêk tê, girt.

Girêdayî mijarê, berpirsê tora MÎT’a Tirk ê ku gelek erk ji çete û dewleta Tirk re pêk anîne, li xwe mikur hat.

Berpirsên MÎT’a Tirk navê Mihemed Casim El-Hesûn kir "Ebû Esaf". Her wiha Mihemed Casim El-Hesûn di nava tîmê de ku 28 kesan pêk tê û ew bi rê ve dibir, bi navê “Ebû Esaf” dihate naskirin.

Rêwîtiya Ebû Esaf dema di 2017’an çûye Tirkiyê û li gel malbata xwe bi cih bûye, dest pê kir. Ebû Esaf li Tirkiyê Elî Mihemed Hemûd (Ebû Heyder Neîmî) dît, ew jî çeteyek e ku ji dewleta Tirk re dixebite.

LI KAMPA AJANAN A LI TIRKIYÊ HAT PERWERDEKIRIN

Ebû Esaf got Ebû Heyder Neîmî fikra xebitîna ji MÎT’a Tirk re li nava Artêşa Azad pêşniyar kir û wî jî ji bo pere û nefreta li hember hebûna Kurdan li bakurê Sûriyê, erê kir.

Diviyabû malbata Ebû Esaf bi karê wî nezaniya, ji lew re Ebû Heyder Neîmî planeke xurt ji Ebû Esaf re danî. Plan ew bû ku Ebû Esaf bixin girtîgehê, bi hinceta ku beriya biçe Tirkiyê erka xweparastinê kiriye. Ji lew re fikra wî ew bû ku dê desthilat biryara girtina wî bidin, ji ber ku ew berê şervanê QSD’ê bû.

Bi wê re Ebû Esaf 22 rojan kete girtîgeha Hilwanê ya navendî, piştre hate berdan. Dûre careke din bi Ebû Heyder Neîmî re civiya û çû kampa sîxuran.

Kamp li bendera Mêrsînê li nêzî sûka masiyan û parka mezin bû. Tê de bi dehan sûrî, xort, keç û jinên ji tevahî herêmên Sûriyê, nexasim ji bakurê Sûriyê hebûn.

‘DI KAMPÊ DE ZAROK Û ÇETEYÊN DAIŞ’Ê HEBÛN’

Ebû Esaf da zanîn ku wî gelek caran hejmarek ji zarokan li hundirê kampê dît ku perwerdeyê li ser destê MÎT’a Tirk dibînin.

Ebû Esaf piştre keşf kir ku ew zarok penaber û sêwî ne û MÎT’a Tirk ew kom kirine da ku wan perwerde bikin û di pêşerojê de erkê bidin wan. Temenên wan zarokan di navber 6-7 saliyê de bûye.

Ebû Esaf eşkere kir ku ya herî balkêş jî, çeteyên DAIŞ’ê yên berê li gel wî perwerde dîtin, hin ji wan ji navçeya Silokê ya girêdayî Girê Spî ya dagirkirî ne, hê jî heman rêbaza tund a çeteyan pêk tînin û cilên wan heman in.

Ebû Esaf diyar kir ku dema navê DAIŞ’ê bi bîr xistiye, yên perwerdeyê didin jê re gotiye ku bi vî awayî navê wan nebêje û destnîşan kir navê ku DAIŞ’ê bi kar tîne, bi bîr bixe, ew jî "Dewleta Îslamî" ye.

Li gorî Ebû Esaf, Tirk ji DAIŞ’iyan re dibêjin, ew dost an jî birayên wan in.

‘GELEK MERHELEYÊN PERWERDEYÊ LI HUNDIRÊ KAMPÊ HENE’

Li gorî Ebû Esaf, dema perwerdeyê li kampa sîxuran 3 meh e û li ser 3 merheleyan e.

“General Elî” serbazê MÎT’a Tirk ê çavdêrê karê leşkerkirina sûriyan bû. Girêdayî mijarê, Ebû Esaf wiha got: "General Elî, ji erebên Rihayê ye, dayika xwe sûrî ye. Li gel wî, sûriyên berpirsên komên çete hebûn, mîna Îbrahîm Ehmed (Ebû Şuca), Mehmûd Eqbe û Ehmed Tirkî, ew jî bepirsên çavdêriya li ser perwerdeyê bûn."

General Elî navê "Generalê Biçûk" li Ebû Esaf kir û soz da wî ku ew ê di pêşerojê de bibe generalekî mezin, heke karê xwe yê istîxbaratî bi pêş xist.

Di perwerdeyê de, Ebû Esaf û hevalên xwe ve, fêrî waneyên bi zimanên Kurdî û Tirkî bûn, lê belê wî got nikarî bi zimanekî jî baş biaxive.

Sê merheleyên ku Ebû Esaf tê re derbas bûye; di merheleya yekemîn de, 15 kes bûn, di ya duyemîn de 20 kes bûn û di ya sêyemîn de 40 kes bûn. Di merheleya yekemîn de, Ebû Esaf li ser çawaniya xebata diyarkirina nuqte, kişandina wêne û tedbîrên ewlehî yên divê di kar de bigire, hat perwerdekirin.Di merheleya duyemîn de, Ebû Esaf li ser çawaniya xebata bi tenê dema koma kar tune be, hat perwerdekirin. Di merheleya sêyemîn de komkirina tevahî kesên perwerde dîtibû û ferza tevahiyan li gorî erkan çêbû.

PROVOKEKIRINA LI DIJÎ KURDAN

Berovajî nêrîna li dijî DAIŞ’ê, serbazên dewleta Tirk û serçeteyan di mêjiyê perwerdegiran de dijminahiya Kurdan ji Ereb û îslamê re disepand û îdia dikir ku dewleta Tirk parêzvanê yekemîn ê misilmanan e.

Ebû Esaf wiha domand: "Bepirsên perwerdeyê, ji me re wêneyek nîşan da ku çawa şervanên bi cilên QSD’ê guleyan diavêjin alên DAIŞ’ê, lê rûyên şervanan di wêneyan de ne diyar bû, piştre serbazan ji wan re digot binêrin çawa Kurd li dijî îslama bi nûnertiya metoda DAIŞ’ê ye. Li gorî serbazan DAIŞ ji Kurdan bi rehmtir e û tu dozeke Kurd li gel wan tune ye."

Da ku karên xwe yên istîxbaratî pêk bînin, girîngiya waneyan li ser çawaniya nêzbûna ji kesayetên fermandar, bi taybet ji Kurd, bû.

DESTPÊKA KARÊ MEYDANÎ

Ebû Esaf perwerdeya xwe bi dawî kir û hezar lîreya Tirk wergirt. Lê piştî 4 mehan ji derbasbûna li xaka Tirkiyê, Ebû Esaf vegerî Sûriyê, lê vê carê bi nav û erkekî cuda.

MÎT’a Tirk Ebû Esaf gihand Sûriyê û bajarê Girê Spî bajarê yekemîn bû ku Ebû Esaf tê de sîxurtî kir. Di Girê Spî de, Ebû Esaf agahî li ser nuqteyên sazî, nuqteyên leşkerî û agahiyên li ser kesan ji MÎT’a Tirk re ragihand. Li vir jî, MÎT’a Tirk navê wî wek leşkerekî ku bi awayekî fermî li nava Artêşa Azad de dixebite,qeyd kir û mûçeya wî ya mehane ya bi 600 lîreyên Tirkî çêbû ku malbata wî ya li Rihayê werdigirt.

Di destpêkê de hezar lîreyên Tirkî û 50 hezar lîreyên Sûriyê ji Ebû Esaf re hat şandin, bi wê telefon tevî xeteke telefonê ya Tirkiyê kirî.

Seed Şiwêş El-Bethawî, Ebû Heyder Neîmî û general Elî bi Ebû Esaf re têkildar bûn û dem bi dem perspektîf didan wî.

ÇÛNA EYN ÎSAYÊ

Piştî dagirkirina Girê Spî û gundewarên wê Ebû Esaf berê xwe da Eyn Îsayê da ku li wir sîxurtiyê bike, ji Eyn Îsayê agahî li ser nuqte, kes û tevgeran didan.

Dema ku êriş berdewam dikirin, Ebû Esaf çû herêmên dagirkirî û bi Ebû Heyder Neîmî û general Elî re li gundê Xirbet Riz li mala pismamê Ebû Heyder ê bi navê Abdunasir Neîmî, civiya û li ser merheleyên sîxurtiyê yên bê nîqaş kirin. Ebû Esaf wiha domand: "Ebû Heyder û general Elî ji min xwest ku karê xwe bi pêş bixim. Di heman demê de min gefa yekemîn ji general Elî xwar û wiha ji min re got; heke tu îxanetê li me bikî, em ê guleyekê berdin te."

Mayîna Ebû Esaf 3 rojan berdewam kir, lê di dirêjahiya wê demê de perspektîf ji serçete û dagirkeriyê li ser xwezaya sîxuriya di dema bê de werdigirt.

Ji Ebû Esaf hate xwestin ku dîmenên nuqteyên QSD’ê yên li ser rêya M4 ji benda Um Beramîl heta bi Eyn Îsayê de bikişîne, li gel wê jî divê dîmena tevahî nuqteyên leşkerî û rêveberî yên li hundirê navçeyê, jê jî nuqeyên hêzên hikumeta Şamê, bikişîne.

QONAXA DUYEMÎN; AVAKIRIN Û RÊVEBIRINA KOMA ISTÎXBARATÊ

Piştî karê wî bi pêş ket û di navbera wî û îstixbarata Tirk û serçeteyan de hevkarî çêbû Ebû Esaf ber bi qonaxa duyemîn ve çû ku ew jî rêvebirin û erkdarkirina koma îstixbaratê ye.

Selah Hesen Ebdullah, Raşid Hesen Şerîf û Hesen Mihemed Ibo yên ji Eyn Îsayê berî her kesî erê kirin ku bi wî re bixebitin û Ebû Esaf ew erkdar kirin da ku nuqteyan diyar bikin, wêneyên wan bikişînin û ji îstixbarata Tirk re bişînin.

Paşê ev kom bi pêş ket û ji hemû kesên ku saziya ewlekariyê ew beriya çend hefteyan girtin, pêk hat.

HEWLDANA VALAKIRINA ENIYAN Û ŞEWITANDINA HILBERÎNAN

Ebû Esaf ne tenê agahî û geşedan û wêne kom dikirin, lê belê alîkariya Tirkan jî dikir da ku eniyê ji şervanên tê de vala bike.

Ebû Esaf wiha got: "Ez bi leşkeran re diaxivîm da ku dev ji eniyê birevin, hêzên QSD`ê lawaz bibin û hêzên li eniyên pêş belav bibin, heta hejmareke ciwanên ku ez wan nas dikim bi awayekî plankirî yek li pey yekî, ji focên xwe reviyan."

Havîna derbasbûyî zeviyên şêniyên bajêr ên nêzî xetên şer hatin şewitandin û nuqteyên destpêkê yên ku agir ji wan gur bû, ji herêmên dagirkeriyê bûn an jî dibe ku çetayan top avêtin nav zeviyan da ku agir pê bikeve.

Di heman demê de Ebû Esaf dibêje ku wan jê xwestiye ku nêzî herêmên xetên şer bibe, guleyan bireşîne da ku agir bi zeviyan bixe.

Dema ku Ebû Esaf gule direşandin, çete pê re dibûn alîkar, piraniya caran bi hev re gule direşandin da ku kes aliyê ku gule jê têne reşandin, nas nekin.

DERBASKIRINA TEQEMENIYÊ JI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ RE

Dema ku top li ser gund û derdora navçeyê diketin, çete bi Ebû Esaf re diketin nava têkiliyan da ku jê cihê topan bipirsin ka li cihê ku çete dixwazin ketiye yan na.

Piştî Ebû Esaf agahî, nuqte û wêne ji îstixbarata Tirkiyê re şandin, îstixbarata dewleta Tirk jê xwest ku teqînan li Eyn Îsayê pêk bîne. Di wê demê de endamên komê yên din agahiyên girêdayî wêneyan, nuqteyan û wekî din didan îstixbaratê. Ebû Esaf got li Eyn Îsayê 3 teqîn pêk anîne, yek ji wan li bendên kontrolê yên Hêzên Ewlehariya Hundirîn ên li têketina navçeyê pêk hat.

Ebû Esaf ji bo mayînan bîne derbasî herêmên dagirkirî dibû. Rêyên ku têre derbas dibû jî du bûn; yek nêzî depoya Şerkerak bû ya din jî li gundê Sekîro ya li ser rêya navneteweyî ya li rojhilatê Eyn Îsayê ye.

Mayînên ku Ebû Esaf bi dest dixistin, dijîtal bûn û hinên din jî ji dûr ve dihatin teqandin.

Hin caran dema Ebû Esaf diçû mayînan bîne general Elî, Sead Şiwêş El-Bethawî û Tirkî El-Esaf ferman didan wî, paşê vedigeriya. Ebû Esaf piraniya caran bi şevê derbasî herêmên dagirkirî dibû.

Her ku endamên koma îstixbaratê teqînek pêk dianî, her yekî ji wan derdora 200 heta 400 dolarî werdigirt.

Dema ku Ebû Esaf û endamên şaneya wî karê îstixbaratê dikir, telefonên ku bernameyeke ji çavdêriyê diparêzin tê de hebû, radikirin.

Ebû Esaf dibêje ku eger li herêmê şer rû bida, wê ji hundir ve nuqteyên QSD`ê derbe bikirana.

(fr-eh)

ANHA