‘Bêdengiya ENKS’ê ya li ser sûcên Tirkiyê nîşaneya hevpariyê ye’

Li gorî çalakger û rojnamegeran, tevî ku ENKS’ê derbasî danûstandinên kurdî bûye, lê ji siyasetên wê yên der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xuya dike ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî û gefên bênavber ên dagirkirina herêmên dîtir dipejirîne.

 ‘Bêdengiya ENKS’ê ya li ser sûcên Tirkiyê nîşaneya hevpariyê ye’
30 kanûn, 2020   01:13
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Tevî êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên wê yên li herêmên dagirkirî, mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, lê ENKS’ê yê ku idîya kurdiyatiyê dike û li têla netewebûnê dide, li hember êriş û sûcan bê deng e û hebûna dewleta Tirk bi dagirkeriyê bi nav nake.

Berovajî ENKS’ê ya di bin sîwana Itîlafa Sûriyê de û bi rêya komên xwe yên çete herêmên Kurd dagir kirine, aliyên rojavayî yên ku têkiliya wan bi dewleta Tirk re xurt e, êrişên Tirkiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û sûcên çeteyên wê jî şermezar dikin.

 ‘ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ, GEFAN LI XEBATÊN TÊKBIRINA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê DIXWE’

Serokê partiya Komarparêz a Kongreya Amerîkayê Michael McCall û serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoyê Elliot Engel di 16’ê vê Kanûnê de bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û piştrast kir ku ew êriş gefan li xebatên têkbirina çeteyên DAIŞ’ê dixwe.

Her du rayaderên amerîkî piştrast kir ku komên çete yên ku desteka xwe ji Enqereyê digirin li bakurê Sûriyê sûcên hovane li dijî mafên mirovan kirin.

Li gorî endama parlamentoya Ewropayê Hannah Newman di dema serdana xwe ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, ji ANHA’yê re diyar kir ku parlamentoya Ewropayê eşkere kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkerî ye.

Hannah Newman wiha domand: "Parlamentoya Ewropayê ji destpêka êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, rexne dike û ew jî binpêkirina ekere ya qanûnên mirovî û navneteweyî ye. Lê parlamento heta vê kêliyê, bang li tevahî dewletên endam dike ku firotina çekan ji dewleta Tirk re, bi sedema binpêkirina wê ya qanûnên mirovî û navneteweyî, rawestînin."

Di rapora nîvê salê ya Meclisa Mafên Mirovan a NY’yê de hat eşkerekirin ku li herêmên mîna Efrîn, Serêkaniyê, Cerablus, Idlib û Girê Spî yên ku dewleta Tirk dagir kirine, sûcên hovane yên li dijî mafên mirovan pêk tên.

Di raporê de hat belgekirin ku li herêmên navborî sûcên qetilkirin, revandin, veguhastina nedilxwaz a şêniyan, desteserkirina milkan û koçberkirina bizorê zêde dibin û wiha tê de hat destnîşankirin: "Sûc li dijî jin û zarokan in, lê de radeya yekemîn de li dijî êzidî, Kurd û xiristiyanan de bûn û piranî ji wan di qirkirina etnîkê re derbas bûn."

Di raporê de hat zelalkirin ku dewleta Tirk zêdetirî 150 hezar Kurd koçber kirin. Bi wê re jî guhartina demografî mîna qirkirina etnîkê ya ku li Kefkasya di salên 90’î de pêk hatiye, çêbû.

Niha jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bi navê Artêşa Nîştimanî a Sûriyê êrişî navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê dikin, da ku herêmên nû dagir bikin, lê tevî wan êrişan, ENKS’ê bê deng e.

Dewleta Tirk di rewakirina dagirkirina xaka Sûriyê û êrişan de, xwe dispêre ENKS’ê ya di bin sîwana Itîlafa Sûriyê de. Ji ber ku ENKS’ê bi rêya daxuyaniyên xwe projeya dagirkirina ya dewleta Tirk li xaka Sûriyê rewa dike.

 ‘TUNEBÛNA DAXUYANIYÊN ENKS’Ê LI SER SÛCAN NÎŞANEYA HEVPARIYÊ YE’

Tunebûna daxuyaniyên şermezarkirina êriş û sûcan ên berpirsên ENKS’ê rewabûna dagirkerî û êrişên wê disepîne.

Di Mijdara borî de, dîmenekî nûnerê ENKS’ê Abdullah Gedo belav bû ku li Efrîna dagirkirî bi komên çete re ye.

Kurd destnîşan dike ku bêdengiya ENKS’ê li ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê pejirandina wê ya ji siyasetên dagirkiriyê re nîşan dide û dibêjin ku ENKS'ê nûnertiya civaka Kurd an Sûriyê nake, tenê alaveke ku siyasetên Tirkiyê pêk tîne.

Girêdayî mijarê, rojnamegerê Kurd Îbrahîm Îbrahîm wiha got: "Dûrî alîgiriya tu partiyan û bi nêrîneke mentiqî ji xwendin û analîzan re, di dirêjahiya 10 salên ji krîza Sûriyê ya biêş de, rewş an jî dosyayên ku berê di dîroka mirovahiyê de derneketine, bi der ketin.

 ‘ENKS’Ê DÛRÎ NIRXÊN KURDIYATIYÊ Y E Û LI SER CIVAKÊ XETER E’

Îbrahîm piştrast kir ku ENKS’ê dûrî nirxên kurdiyatiyê ye û êdî ji aliyê exlaqî beriya siyasî ve  li ser civakê xeteriyeke û got: "Ev meclis nûnertiya civaka Kurd an jî sûrî nekir. Lê belê li gorî mercên derve û peymanên wê tev gerî û bû alaveke di destên wan de."

Îbrahîm wiha domand: "Li gel ENKS’ê tu bingehên exlaqî û nîştimanî di yekitî û cihêrengiyê de tune ne, ew alaveke erzan di destê PDK’ê de ye û dê alaveke di destê dewleta Tirk de ku dişibe wê bimîne."

Tevî ku ENKS’ê  danûstandin bi Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêk anîn, lê belê hê jî li hember sûcên dewleta Tirk bê deng e.

PYNK’ê û ENKS’ê di 17’ê Hezîrana borî de bi daxuyaniyeke hevbeş a ragihand ku merheleya yekemîn ji diyaloga kurdî-kurdî bi dawî kir û îşaret bi peymana Dihokê ya 2014’an a der barê birêvebirin û hevpariya di rêvebirin, parastin û xweparastinê de kir ku dê bibe destpêka berdewama diyalog û lihevkirina giştî.

 ‘ENKS’Ê DÛVIK E, BI AWAYEKÎ XWEZAYÎ YE KU TU HELWESTÊN WÊ TUNE BIN’

Girêdayî mijarê, çalakgera siyasî ya Kurd ji Nerwêcê Evîn Hesen bi rêya telefonê ji ANHA’yê re axivî û got, ENKS’ê dûvik e û ne serbixwe ye. Tu hêza wê di guhartina tu biryarên li ser astên hundir û derve de tune ne.

Evîn Hesen wiha bi dawî kir: "Ji ber ENKS’ê siyaseta Tirkiyê ya li hundirê Itîlafê hêsan dike, bi awayekî xwazayî ye ku ew tu helwestan li ser rûdanên li herêmê û heta bi derbasbûna wê li diyalogên bi partiyên Kurd re li herêmê ji bo yekitiyê, nedin. Ji ber ku têkiliya wê di bingeh de li ser avakirina berjewendiyên takakesî û partîtî ye, ne ji bo berjewendiyên Kurd e."

(fr)

ANHA