Parlamentereke lubnanî banga azadiya Leyla Guven kir

Parlamentera lubnanî ya ermenî Pola Yeiqobiyan cezaya girtina parlamenter Leyla Guven şermezar kir û bang li kesên azad ên li cîhanê kir ku tev bigerin da ku Leyla Guven ji girtîgehên hikumeta Erdogan azad bibe.

Parlamentereke lubnanî banga azadiya Leyla Guven kir
29 kanûn, 2020   21:17
BEYRÛT

Parlamentera lubnanî Pola Yeiqobiyan serdana Komeleya Newroz a Çanda Civakî kir û bi serok û endamên komeleyê re civiya.

Pola Yeibobiyan di destpêkê de civîna çapemeniyê ya berê li komeleyê hatibû lidarxistin bi bîr xist ku di wê demê de Leyla Guven di girtîgehên faşîzma dewleta Tirk de bû û got: "Kiryarên Erdogan li sicilên mafên mirovan  hatine qeydkirin, êdî pir bi tirs in."

Pola Yeiqobiyan wiha got: "Niha careke din cezaya siyasî li birêza ku ji hêla gelê xwe ve hatiye hilbijartin û nûnertiya gel û tevan dike hatiye birîn û dadgehê li dijî têkoşera mezin cezaya 22 salan biriye."

Pola Yeiqobiyan bi domdarî got: "Em bi tevahî kesayetên azad ên li cîhanê re, banga azadiya Leyla dikin. Leyla Guven ne tenê nûnertiya Kurd dike, di heman demê de nûnertiya tevahî kesayetên azad ên li cîhanê dike."

Pola Yeiqobiyan di dawiyê de spasiya Komeleya Newroz kir ku bi mijarên, mafên mirovan a çarenûserê eleqedar dibe û wiha bi dawî kir: "Gelên Kurd, Ermen, Suryan, Asûr û Yewnan di oxira azadiya xwe de qurbaniyên mezin da û her tim kujer ew yek bû."

Piştî axaftina Pola Yeiqobiyan, seroka Komeleya Newroz a Çanda Civakî, Henan Osman spasiya parlamentera lubnanî ya ermenî Pola Yeiqobiyan li ser serdana weqfayê û piştgiriya wê bi doza têkoşer Leyla Guven re kir.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HVJWnmNr5Wk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>