Eşîra Qeracîne ya li Serêkaniyê: Em ê tola Yehya ji çeteyan hildin

Yehya Îbrahîm Îsa beriya çend rojan bi destên çeteyên li bajarê Serêkaniyê hat qetilkirin, bi wê re jî eşîra Qeracîne û malbata wî soza muhasebekirin û tolhildanê da çeteyan.

Eşîra Qeracîne ya li Serêkaniyê: Em ê tola Yehya ji çeteyan hildin
29 kanûn, 2020   21:21
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ciwanê bi navê Yehya Îbrahîm Îsa (24) ê ji gundê Xirbet Hemîd ê li rojhilatê bajarê Serêkaniyê qetil kir û avêtin derdora gund.

Eşîra ciwan a bi eşîra Qeracîne tê nasîn civîneke awarte têkildarî sînordarkirina sûcên çeteyan û muhasebekirina wan a li ser qetilkirina Yehyea Îbrahîm Îsa, li dar xist.

Li gorî çavkaniyê taybet, eşîra ciwan bi gelek eşrîên dîtir re civîn li dar xistin û soza muhasebekirina çeteyan da.

Di dîmenê hatiye bidestxistin de, mezinên eşîra Qeracîne û malbata Yehya Îbrahîm Îsa soza da çeteyan ku ger çeteyên Yehya qetil kirine di 5 rojan de neyên muhasebekirin, dê tola wî hildin.

Malbata Yehya Îbrahîm Îsa piştrast kir ku ew sûcên çeteyan qebûl nakin û heta ew werin qirkirin jî, tola xwe li erdê nahêlin. Ji ber heke li ser sûcên çeteyan bê deng man, dê sûcên dîtir li dijî ciwanên wan û yên herêmê pêk bînin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OP15WITTZYo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>