Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Endamê me Ehmed Erûr şehîd bû

Navenda Çapemeniya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku endamê wê Ehmed Mistefa Erûr li Dêrikê şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Endamê me Ehmed Erûr şehîd bû
29 kanûn, 2020   21:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniya Giştî ya Hêzên Ewlekiriya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke nivîskî ku li ser malpera xwe weşandiye, ragihand ku endamê wê Ehmed Mistefa Erûr dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Endamê hêzên Asayîşa Dêrikê Ehmed Mistefa Erûr êvara 28'ê Kanûnê dema li ser karê xwe bû, di encama krîza dil de şehîd bû.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji malbata şehîd Ehmed Mistefa Erûr re dixwazin, bejna xwe li hember tevahî şehîdên azadiyê û şehîdên ku canê xwe di oxira parastina welat û gelê xwe de daye, ditewînin. Her wiha soza didin malbatên şehîdan û tevahî pêkhateyên herêmê dê rêça şehîdan bişopînin, da ku armancên wan pêk bînin."

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Ehmed Mistefa Erûr

Navê dayikê: Meysaa

Cih û dîroka tevlêbûnê: Dêrik 08.04.2018

Cih û dîroka şehadetê: Dêrik. 28.12.2020

 (fr)

ANHA