'Dewletên têkildarî aloziya Sûriyê berpirsên berdewamkirina êrişên li ser herêmê ne'

Şêx Mihemed Seîd, dewletên têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyê ji berdewamkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsayê berpirsyar nîşan dan û bang li serokên eşîran û rêxistinên mafên mirovan kir ku li kêleka wan bisekinin û helwestên cidî nîşan bidin.

'Dewletên têkildarî aloziya Sûriyê berpirsên berdewamkirina êrişên li ser herêmê ne'
29 kanûn, 2020   13:43
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina êrişên domdar ên li ser navçeya Eyn Îsa û gundên girêdayî wê û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, serokeşîrên taxên Hilêliyê û Xerbî yên bajarê Qamişloyê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Şêx Mihemed Seîd bi zimanên erebî kurdî û erebî li Parka Xwendinê ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê, daxuyanî xwend û gelek rûspî û serokeşîr beşdar bûn.

Şêx Mihemed Seîd destnîşan kir ku di demekê de ku Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di qonaxeke dîrokî û zehmet re derbas dibin, dewleta Tirk a dagirker êrişên domdar li ser navçeya Eyn Îsayê pêk tîne û hemû pêkhateyên herêmê dike hedef. Seîd diyar kir ku êrişên dewleta Tirk dûrî nirxên exlaqî yên civakên Rojhilata Navîn in.

Mihemed Seîd her wiha piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker bi berdewamkirina êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû peyman û rêgezên navneteweyî binpê dike û li herêmên dagirkirî sûcên wekî kuştin, talankirin, dizîn, guhertina demografiyê û çewisandina çanda herêmê pêk tîne û wiha got: “Binpêkirinên dewleta Tirk gihaştina astekê ku mirovahî tehemûl nake. Mixabin hemû kiryar li pêş çavên aliyên garantor wekî Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî tên kirin.”

Seîd aliyên garantor û têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyê wekî Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ji binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û êrişên domdar ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsyar nîşan dan û bang li serokeşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû aliyên demokratîk û rêxistinên mafên mirovan kir ku li kêleka wan bisekinin, piştgiriyê bidin wan û li hemberî êrişên li ser navçeya Eyn Îsa û binpêkirinên li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê helwesteke zelal nîşan bidin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eq0NilxIraE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>