Jinên êzidî yên li kantona Efrînê girtina Leyla Guven şermezar kir

Jinên êzidî cezayê li dijî Leyla Guven bi daxuyaniyekê şermezar kir û destnîşan kir ku armanca vê biryarê şikandina vîna jinan e.

Jinên êzidî yên li kantona Efrînê girtina Leyla Guven şermezar kir
29 kanûn, 2020   13:49
 ŞEHBA

Endamên Yekitiya Êzidiyan li navçeya Ehdasê ya li Şehbayê kom bûn û tev li daxuyaniya Yekitiya Jinên Êzidî ya Efrînê bûn. Beşdaran wêneyên Leyla Guven hildan.

Hevseroka Yekitiya Jinên Êzidî ya kantona Efrînê Eyşe Hiso bi zimanê erebî û endama yekitiyê Orîvan Menan bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Daxuyaniya Yekitiya Jinên Êzidî wiha ye:

“Di jiyana hevbeş de ya bi gelên din re, her gelek xwedî çand û îdeolojiyeke cuda ye. Da ku pergalekê li ser bingeha demokratîk, biratiya gelan, azadiya jinan û azadiya giştî ava bibe. Lê dewleta Tirk a faşîst bi serkêşiya Recep Tayyîp Erdogan û AKP`ê demokrasî û edaletê binpê dike, azadiyê diçewsîne, wekheviyê red dike, siyasetmedar û rojnamevanên muxalif digire. Li bermaberî wê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ji bo sepandina demokrasî û azadiyê di navbera gelan de, tê dikoşe.

Têkoşer Leyla Guven mînaka jinên azad e. Ji bo bidawîkirina tecrîda ku li rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, tevî bi sedan hevalên xwe yên di girtîgehan de kete greva birçîbûnê û gihaşt armanca xwe. Lê dewleta Tirk siyasetên xwe yên hovane li dijî hemû kesên li hemberî wê derdikeve, didomîne. Di hewldanekê de ji bo şikandina vîna jinên Kurd, cezayê 22 salan li jina leheng Leyla Guven birî.

Em bi tundî vî cezayî şermezar dikin û bang li tevahiya rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi lez li dijî vî cezayî bikevin nava liv û tevgerê.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/T4JZ7mAKo6M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>