​​​​​​​Ciwanên Dêrazorê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Dêrazorê bi daxuyaniyekê êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê û sûc û siyaseta wê yên li dijî girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de, di sêrî de rêber Abdullah Ocalan, şermezar kirin.

​​​​​​​Ciwanên Dêrazorê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê şermezar kirin
29 kanûn, 2020   13:32
 DÊRAZOR

Endamê Yekitiya Werzîşê ya Dêrazorê Ehmed El-Casim daxuyaniya tevgerê li pêşiya avahiya yekitiyê ya li gundê Mihêmîde yê li gundewarên rojavayê Dêrazorê xwend. Gelek endamên tevgerê tev li çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de tevgerê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca pêkanîna berjewendiyên xwe, ne ku mîna Erdogan îdia dike ji bo azadiya gelê Sûriyê, ciwanên sûrî dike hedef, wan dişîne şerên li derveyî Sûriyê mîna Lîbya, Ermenistan û Keşmîrê û gelek herêmên din.

Her wiha tevgerê di berdewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên dagirkirî û got dewleta Tirk a dagirker şêniyên resen dikuje, milkên wan talan dike, wan dide koçberkirin û demografiya wan herêman bi rêya bicihkirina malbatên çeteyan li şûna şêniyên resen, diguherîne.

Tevgerê di daxuyaniyê de sûc û siyasetên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de, di serî de ên li dijî rêber Abdullah Ocalan, şermezar kirin.

Tevgerê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku rola xwe bilîze û gelên herêmê biparêze, rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk bigire. Her wiha bang li gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji bo bidawîkirina tecrîda ku li rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin û pêkanîna daxwazên girtiyên siyasî, çalakiyên xwe zêde bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HMOoG0bmx2k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>